Ji bo Zulkuf li Edeneyê çalakî pêk hat
- 09:23 19 Adar 2019
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê ciwan bi çalakiyan tecrîd protesto kir û pankartên "Zulkuf Gezen nemir e" daliqandin.
Ciwanan li Edeneyê ji bo girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'yem a Tekîrdagê, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, çalakî pêk anîn. Ciwanan li taxa Kiremîthaneya navçeya Yuregirê kom bûn li ser kolanê pankarta "Zulkuf Gezen nemir e" daliqandin û her wiha li kolanan jî nivîsên wekî "Zulkuf Gezen nemir e", "Tecrîdê bişkîne" û "Leyla Guven rûmeta me ye" nivîsandin. Endamên Meclîsa Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê li taxa Denîzliya Seyhanê dovîzên "Zulkuf Gezen nemir e" daliqandin.