Gelê Kurd divê di Newrozê de peyamê bide cîhanê
- 09:21 19 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûrgul Başaran ku li dijî tecrîdê li Strasbourgê ket greva birçîbûnê diyar kir ku meha Adarê ji bo gelê Kurd pir cuda ye û wiha got: “Em ê guherînek dîrokî bikin. Em bi îdia ne. Dema em agirê Newrozê hilbidin divê em peyama em bi rêbertî re azad in bidin cîhanê. Tevgera bi berxwedanê dest pê kiriye wê bi berxwedanê bi ser keve.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, li hemû girtîgeh û gelek welatan jî hat destpêkirin. Li bajarê Strasbourgê ya Fransayê jî 14 kes di 17’ê Kanûna 2018’an de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Yek ji çalakgeran Nurgul Başaran sedema tevlîbûna çalakiyê vegot.
Nûrgulê balkişand ser berxwedana gelê Kurd û got: "Di dîroka Kurdistanê de 28 serhildan pêk hatine. Lê ji ber ev serhildan ne rêxistinkirî, ne di bingeha îdeolojîk, nebûn neteweyî û nîvco man, bû sedema parçebûnan. Bi van jî serhildan bi rêbazên îşkence û qetilkirinê hatin çewisandin. Herî dawî serhildana Dêrsîmê pêk hat. Ji bo gelê Kurd serî raneke, ji bo xwe tiştekî nekin, bi awayekî cidî êrîş kirin. Zîhniyeta Kemalîst li mejiyan hatiye nexşkirin. Ji ber vê Dêrsîm yanî ‘Deriyê Zivîn’ yê Kurdistanê hatiye girtin û ji Tunceliyê re heta dawî derî hatine vekirin. Ji bo Kurd serê xwe ranekin, pêkanînên dijwar pêk anîn. Di 1975’an de jî piştî tevgera azadiya Kurdistanê derket holê şûnde, têkoşîna zindanan, çiyan bilind bû. Ev ne tenê bi qadekê bi bajarekî bi hişmendiya neteweyî hat destpêkirin. Îrade, îdeolojî û hêza xweser a tevgera Kurd derket holê. Ev jî di şexsê Rêberî û şehîdan de berfireh bû, belav bû. Li her çar alî Kurdistanê hişmendiyek derket holê."
‘Ev çalakî ji bo bidin jiyankirin hat destpêkirin’
Nûrgulê destnîşan kir ku heta îro tecrîd û pergala Îmraliyê bi çalakiyên cuda hatiye protestokirin lê êdî ev têr nake û wiha pê de çû: “Çandek berxwedanê û hişmendiya ku Rêbertî derxistiye holê heye. Rastiyek civakî ya vê çandê derxistiye holê heye. Ji bo ev ji holê bê rakirin, qirkirin û asîmîlasyon didome. Divê em komploya navneteweyî di sedsala 21’ê de cuda bigirin dest. Ger em xwerexnedayîna xwe bidin Rêbertî divê em hewcedariyên vê bînin cih. Ji ber vê me dest bi çalakiyê kir. Ev hêz dibêjin qey wê Rêbertî bidin jibîrkirin û têkoşînê biqedînin. Ji ber vê me dest bi çalakiyê kir. Ev çalakî li dijî hêzan seknek e. Ev çalakî li dijî êrîşên li hember Kurdan e. Em bi 14 hevalan re ketin grevê. Hemû heval bi îradeya xwe tevlî bûn. Em bi moral in. Em ji bo bidin jiyankirin ketin nava vê çalakiyê. Ji ber vê jî dema em hemû têkoşînê bifikirin, ne pêkan e ku serhildana 29’emîn bê çewisandin. Têkoşîneke meya ku her dem zêdetir mezin dibe heye. Em îro xwe digihînin mîlyonan.
‘Armanca me pêşiya pêvajoyê vebe’
Armanca esas a berxwedana me ev e ku tecrîd bê rakirin. Berxwedana me nîşaneya ku em Rêbertiya xwe tu car ji bîr nakin e. Em bi jiyana kapîtalîst bawer nakin, li dijî vê xwedî îrade ne. Me bedena xwe ji bo pêşiya pêvajoyê vebe da ber mirinê. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven her diçe belav dibe. Li Strasbourgê û her çar alî Ewropayê berxwedan pêk tên. Heta çalakiya me encamê negire em ê berdewam bikin. Ev ne tenê çalakiya me hevalan e. Divê her kes destê xwe bike bin kevir. Di vî alî de divê seknek, îradeyek hebe. Ger em xwe bikin xwedî hişmendî û li ser armanca xwe bisekinin em ê bi ser kevin.
‘Vê berxwedanê di aliyê gerdunî de cihê xwe girt’
Nûrgulê herî dawî wiha got:"Bi van çalakiyan bêguman destkeftiyên cidî hatin bidestxistin. Em şopdarên hemû pêngav û çalakiyên gelê xwe ne. Li vir em jî hewl didin bibin pêşengên vê. Ji bo çalakiya me xurt bibe em xebatan dimeşînin. Ji parlamenterên Swêdê, parlamenterên Ewropa, gelek sazî û lijneyên Strasbourgê hatin serdena me. Her kes êdî giranbûna rewşa çalakiyan dizane. Vê berxwedanê êdî di alî gerdunî de cihê xwe girtiye. Hêzê navneteweyî êdî dizanin ku ger tecrîd ranebe û şehadet çê bibin wê gelê Kurd bêdeng nemîne. Leyla û heval Nasir pêşengên vê çalakiyê ne. Hevala me Leyla jinek e, dayikek e, parlamentereke. Bi van nasnameyan pêşengiya çalakiyê kir. Ev jî tê wateya îrade û helwesta gel. Em bi berxwedanê li ber çavê hemû cîhanê ketin sala 2019’an. Em bi îdiane ku em ê guherînek dîrokî pêk bînin. Em ê dîroka vê jî binivîsin. Wek gel divê em vê îradeyê di Newrozê de tacîdar bikin. Divê agirê Newrozê li her derê bilind bibe. Dema em vî agirî bilind bikin jî divê peyama 'Em ê bi rêbertî azad' bijîn’ bidin hemû cîhanê. Tevgera me ya bi berxwedanê dest pê kiriye wê dîsa bi berxwedanê bi ser keve."