Ciwanên Efrînê: Dijmin nikare îradeya me bişkîne, em ê Efîrnê rizgar bikin

  • 09:06 19 Adar 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Ciwan ên Efrînê êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Şêrawa û gundewarên Şehbayê şermezar kirin û gotin:"Wê êrîşên dijmin tu carî vîn û îradeya ciwanan neşkîne, bi vê îradeyê em ê Efrînê rizgar bikin."
 
Dewleta Tirk her roj êrîşî navçeya Şêrewa û gundewarên Şehbayê yên herêma Efrînê dike. Jinên Ciwan ên Efrînê ku ji ber kiryarên dewleta Tirk li Şehbayê bi cih bûne nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin. 
 
'Tu carî dijmin nikare îradeya jinên ciwan bişkîne'
 
Hêva Elî wiha got:"Em weke jinên ciwan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ku bi hovîtî êrîşî navçeya Şêrewa û gundewarên Kantona Şehbayê dike, disekinin. Zihniyeta ku  jinên ciwan hedef digire ew ê tu carî negihêje armancên xwe yên qirêj. Bila dijmin nefikire wê jinên ciwan ku bi saya fikir û felsefeya Serok Apo dimeşin, bikaribin bidin sekinandin. Tu carî dijmin nikare îradeya jinên ciwan bişkîne."
 
'Armanca Tirkiyeyê gelê Kurd tune bike ye'
 
Her wiha Sîdar Memo êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Şêrewa û gundewarên Şehbayê şermezar kir û got:"Armanca Erdogan ne gundên kantona Şehbayê dagir bike armanca wî tunekirina gelê kurd e, her tim kurd di komkujiya re derbas dibin û di Efrînê de ev tişt bêtir eşkere bû, lê em weke jinên ciwan soz didin ku heta dawiyê li dijî van êrîşan bisekinin, Efrînê rizgar bikin."
 
'Bi berxwedanê dê Efrîn rizgar bibe' 
 
Diyala Ebdê jî ev tişt got:"Dewleta Tirkiyê êrîşî navçeya Şêrewa û gundên kantona Şehbayê dike, di êrîşan de jinek ciwan hat hedef girtin lê em weke ciwanên Efrînê bersivekê didin dijmin ku tu carî gef û êrîşên wan îradeya me naşkîne. Weke gelê kurd bi taybet jinên ciwan xwedî îrade ne û tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin û wê ji bo rizgarkirina Efrînê şer bikin."