'Tenê têkoşîna jinan a bi hev re dikare tundiyê bi dawî bike'

  • 09:04 19 Adar 2019
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê Muna Ebd El-Selam, derbarê hemleya xwe ya ji bo tundiyê axivî. Muna bangewazî li tevahî jinan kir ku tevlî hemleya wan bibin û bi hev re tundiya li ser jin û civakê bi dawî bikin.
 
Hemleya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê û civakê, ya derbarê tundiya li ser jinê de di 16'ê Adarê bi daxuyaniyekê dest pê kir û heta 25'ê mijdarê dê bidome. Ev hemle li  Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma ' Jin jiyan e, jinê nekujin', bi armanca perwerdekirin û tunekirina tundiya li ser jinê dest pê kir. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê Muna Ebd El-Selam derbarê Hemleyê de ji ajansa me re axivî. Munayê got:"Tenê têkoşîna jinan a bi hev re dikare tundiyê bi dawî bike."
 
'Tundî astengiya herî mezin a li ber pêşketina jin û civakê ye' 
 
Munayê diyar kir ku ew wek rêxistina jinê ya li dijî tundiya li ser jinê tê meşandin pêwîstî bi vê hemleyê dîtine û wiha got:"Bi armanca ku em rê li ber tundiya li ser jinê û civakê bigirin ev hemle hat destpêkirin. Wek tê zanîn Çeteyên DAIŞ'ê îro di hemleya qonaxa dawîn a tunekirina terorê de ber bi dawîyê ve diçin. Ji bo wê pêwîst e ev gav ji nû de di aliyê jin û civakê de bê avêtin û wan perwerde û hişyar bikin. Ji ber tundî astengiya herî mezin a li ber pêşketina jin û civakê ye." 
 
'Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê bûye Şoreşa tevahî civaka Sûriyeyê'
 
Munayê wiha dom kir:"Di civakê de tundî birîn e, divê ku ev birîn bê dermankirin û baş bibe. Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê îro şoreşa tevahî civaka Sûriyeyê ye. Bi vê şoreşê li Rojavayê Kurdistanê û hemû Sûriyeyê jin hatine perwerdekirin. Jin êdî beşdarî her qadên xebatê bûne û di nava çalakiyan de cihê xwe girtine. Niha bi hemleya xwe em dixwazin qadên çalakî û xebatê yên nû ji bo jinê vekin. Ev yek jî dema ku tundî ji holê rabe dê hêsantir bibe. Loma ev hemleya me gelek girîng e."
 
'Bi rihê têkoşînê divê em hemû jin bi hev re tundiyê bi dawî bikin'
 
Munayê di dawiyê de wiha got:" Bangewaziya me ji tevahî jinan re ew e ku cihê xwe di nav hemleyê de bigirin, rê li pêşiya tundiyê bigirin, tevahî jin bibin yek û tundiya li ser jinê û civakê bi hev re bi rihê têkoşînê tune bikin. Tenê têkoşîna jinan a bi hev re dikare tundiyê bi dawî bike. Jin jiyan e, jinê nekujin."