ROJEVA 19'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 19 Adar 2019
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê Muna Ebd El-Selam, derbarê hemleya xwe ya ji bo tundiyê axivî. Muna bangewazî li tevahî jinan kir ku tevlî hemleya wan bibin û bi hev re tundiya li ser jin û civakê bi dawî bikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Ciwan ên Efrînê êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Şêrawa û gundewarên Şehbayê şermezar kirin û gotin:"Wê êrîşên dijmin tu carî vîn û îradeya ciwanan neşkîne, bi vê îradeyê em ê Efrînê rizgar bikin."DÎMEN HEYE
 
*Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê demdirêj û zehmet e û got: “Daxwaza azadî û demokrasiyê daxwaza girtiyan tenê nîne. Daxwaza hemû rayagiştî ye.” 
 
*Li Şirnexê 4 roj berê li navenda bajar ax şemitî û piştî bûyerê tu tedbîr nehatin girtin, her wiha li qadê şemitîn didome. Xaniyên li wê qadê jî ji aliyê şaredariyê ve ‘rîska wan heye’ hatin morkirin.DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku grevên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, berxwedana li dijî pêkanînên dijdemokratîk e û divê her kes xwedî lê derkevin. Jinan wiha got: “Leyla Guven li dijî faşîzmê serî hildaye.  Rakirina tecrîdê tê wateya şînbûna axê.  Hatina Newrozê ye.  Mifteya azadî, aştî û mirovahiyê di destê Birêz Ocalan de ye.”  BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kirin ku îsal wateyek cuda ya Newrozê heye û wiha gotin: “Em agirê Newrozê bilind bikin.  Em li hemû kolanan dengê xwe bilind bikin.  Em li pişt îradeya Leyla Guvenin. Daxwaza me ya Newroza îsal azadiya Abdullah Ocalan e.”  BI DÎMEN
 
*Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen diyar kir ku gund bi gun, kolan bi kolan geriyane ji 7’an heta 70’ê daxwaza hemû kesî guhdar kirine û wiha got: “Bersiva herî mezin wê gelê me li ser sindoqan bide qeyûman. Em ê xalên encamnameya hilbijartinê pêk bînin. Hedefa me ev e ku bajarekî ku zarok xwe di ewlehiyê de hîs dikin biafirînin.”DÎMEN HEYE
 
*Gelê Nisêbînê ku di pîrozbahiyên sala 1992’an de di hişan de cih girt û di qedexeya derketina derve ya navbera 2015-2016’an de gelek taxên wê hatin hilweşandin, niha piştî 3 salan şûnde wê Qada Newrozê ku abîdeya Newrozê jî lê bû û qeyûm hilweşand, lê  bên cem hev.  Nisêbîniyan diyar kirin ku ‘ew abîde çawa hat hilweşandin wê bê çiqandin jî’ û her kes vexwendin Newrozê. BIDÎMEN
 
*Namzetên Hevşaredariya Esenlerê yên HDP’ê diyar kirin ku ji bo texrîbata ku şaredariyên desthilatdariya heyî ji holê rabikin bûne namzet û  got hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê wê bibe bersiva hemû tiştên li welat tên jiyîn. BI DÎMEN
 
*Nûrgul Başaran ku li dijî tecrîdê li Strasbourgê ket greva birçîbûnê diyar kir ku meha Adarê ji bo gelê Kurd pir cuda ye û wiha got: “Em ê guherînek dîrokî bikin. Em bi îdia ne.  Dema em agirê Newrozê hilbidin divê em peyama em bi rêbertî re azad in bidin cîhanê. Tevgera bi berxwedanê dest pê kiriye wê bi berxwedanê bi ser keve.”
 
*Li bajarê Leyla Guven, Cîhanbeylî HDP xebatên hilbijartinê bê navber dimeşîne û bi taybet jin eleqeyek mezin nîşan didin.   Hevseroka HDP’a navçeyê Eylul Yaylaci destnîşan kir ku gel bi salane ji ber nêzîkatiya şaredariya rantxwir bêzar bûye û got: “Cîhanbeylî êdî dixwaze rengê jinê bibîne.  Jin bi hêza ku ji Leyla Guven digirin, çi ji destê wan tên dikin.” BI DÎMEN