Bi boneya salvegara êrîşên li ser Efrînê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin
- 16:39 18 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Salvegera Yekemîn a êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li seranserî bakur û rojhelatê Sûriyeyê bi meş û daxuyanî hat şermezar kirin.
Salvegera Yekemîn a êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li seranserî bakur û rojhelatê Sûriyeyê bi meş û daxuyanî hat şermezar kirin.
Şehba
Bi deh hezaran gelê Efrîn û Şehbayê daketin qadan û dagirkirina Efrînê şemezar kirin, bi hemû hêrsa xwe li hember dagirkirina Efrînê û planên ku li ser Efrînê hatiye meşandin meşek li dar xistin.
Meş bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Efrînê û Şehbayê ji gundê Dêr Cimêl bi dirûşemeyên”Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, Bijî berxwedana Efrînê, qatîl Erdogan” dest pê kir. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hat hilgirtin. Meş heya nuqteya leşkerî ya Rusan ya ku çend kîlomitr ji gundê Qestel Cindo ve dur e rawestiye. Li wir jî gelê Efrîn û Şehbayê bi nivîskî û devkî nameyê xwe ji Rusan re ragihandin. Nameya gelê Efrînê ji aliyê hevserokê Meclîsa kantona Efrînê Bekir Elo hat xwendin, Di nameyê de wiha hat diyar kirin:
"Di wê demê de şoreşa Rojava dest pê kir ji kapitalizmê dûr, gelek gav di hemû qadan de bi taybet qadê aborî de avêt û xwendina bi zimanê dayîkê û avakirina zanîngeha yekemîn li gor destkeftiyên şoreşa Rojava. Carekî din ji bo pêk anîna berjewendiyên xwe hemû hêzên navdewletî û navnetewî li ser hesaba azadiya gelan dan meşandin bi serkêşiya Tirkiyeyê ji bo wê jî bi hemû çek û belafirên xwe yên pêşketî êrîş Efrînê kir.
Di nav êrîşên dewleta Tirk zarok, jin hatin hedef girtin her weha mal, milkên xelkê Efrînê talan kirin û gelê Efrînê ji warê xwe durket. Eşkere kirin ku di derbarî salekî de saziyên hiqûqî û mafên mirovan ya Soriyê gelek kiryar belge kirin him di milî guhartina demografî, şewtindina xwezayê, kuştin, revandin û tecewîz kirin. Wê gelê Efrînê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan Efrînê rizgar bikin.
Gelê Efrînê ji nû de nameyên devkî bi riya dirûşmeyan weke" Bimre dagirkerî, Bijî berxwedana serdemê, Bijî wekheviya gelan', meş bi dawî bû.
Girkêlegê
Bi sedan gelê navçeya Girkêlegê a kantona Qamişlo bi meşekê salvegera dagirkirina Efîrnê şermezar kirin.
Bi tevlîbûna bi sedan gelê kurd û ereb, sazî û dezgehên sivîl û rêveberiya Xweseriya Demokeratîk amede bûn, Di meşê de pankertên"Na ji bo guhertina demografî ji Efrînê re, Em bêdengiye navdewletî ji bo dagirkirina Efrinê şermezar dikin" hatin hilgirtin. Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir û nava bazara bajêr veguherî mîting . piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsiv axivî.
Perwîn di şexsê tekoşerên berxwedana Serdemê tevahî Şehîdên azadiyê bibîr anî û got:"Salvegera dagirkirina Efrînê rojek reş di dîrokê de zêde dibe, Berî salekê li Efrînê jiyana azad, wekhev, rêxstin û bi sîstem dihat meşandin, îro jî tenê hovîtiya artêşa dewleta Tirk û Çeteyên OSO'ê tê meşandin. Em ê tu carî Efîrnê nehêlin, wê Efîrnê bi berxwedanê, tenê berxwedan wê rizgar bibe."
Meş bi dirûşemya' Bijî berxwedana Serdemê, Şehîd Namirin' bi dawî bû.
Tirbespiyê
Di pêşengtiya Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokeratîk(PYD) gelê navçeya Tirbespiyê a Kantona Qamişlo bi meşekê salvegera dagirkirina Efîrnê şermezar kirin.
Bi dirûşmeya' Bi rihê Sakîna û Avêsta têkoşînê bilind bikin, faşîzmê têk bibin' gelê navçeya Tirberspiyê meşek li dar xisitn û êrîşên li ser Efîrnê şermezar kirin. Meş bi wêneyên Rêber PKK'ê Abdullah Ocelan, tekoşerên Azadiyê û alên Kongreya Star, YPJ/YPG'ê hat xemlandin. Meş ji navenda Kongreya Star dest pê kir û li navenda bajar rawestiya. Piştî deqyek rêzgirtin, daxuyanî hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû
"Di 18’ê Adara 2018’an de êrîş li ser herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk bi balafiran hat kirin, bi alîkariya hêzên navdewletî, yên ku heyanî roja me ya îro jî li himberî wê bûyera hovane bê deng man. Di encama van êrîşan de bi hezaran welatiyê herêma Efrînê şehîd bûn, guhertineke demografîk di nava Efrînê de çêkirin. Efrînê ku sembola wê darê zeytona bûn, bi hezaran darê zeytonan bi destê dewleta Tirk û kiryarên çeteyên girêdayî wê hatin şewitandin. Lê gelê Efrînê 58 roja li himberî êrîşa balafiran berxwedanî dane meşandin, hîn jî berxwedana xwe didomînin. Em wek yekîtiya Ciwanên Şoreşger yên Rojava yê Kurdistanê soza me ew e ku em ê heyanî nefes û dilopa xwîna xwe ya dawî jî tekoşîn bikin da ku em Efrîna xwe ji dagirkeran rizga bikin."
Meş bi dirûşmeyên' Bijî berxedana Efîrnê, Şehîd Namirin, Bimre dagirkerî' bi dawî bû.
Til Temir
Bi armanca şermezarkirina salvegera êrîşên dewleta Tirka ser xaka Efrînê , gelê bajarê Til temir bi hemû pêkhateyên xwe dakertin qadan û meşek li dar xistin.
Gelê bajêr Til Temir û gundê Til Nesrî a Kantoan Hesekê bi meşekê êrîşênTirkiyê li ser Efîrnê şermezar kirin, di meşê de alên Kongreya Star, YPJ/YPG'ê û pankertên bi nivîsê' Na ji dagirkeriyê, Berxwedana Efîrn Newroza Gelan e' , hatin hilgirtin. Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, û li Çerxareya Şehîd Qendîl veguherî Mîting.
Li ser navê Tevgera Civaka Demokeratîk Remziya Mihemed, bi navê gelê Efîrnê Sêvîn Cîro axivîn, di axavtinê de salvegera êrîşên Efîrnê hat şermezar kirin, û gotin:"Dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran êrîşî xaka Efrîn kir û komkojî di derheqê gelê wê pêk anî, li himber van êrîşan gelê me ta roja îro jî li berxwe didin û soza rizgarkirina Efrîn ji dagirkeriya Tirk nû dikin. Newroza 2019 dê bibe newroza azdiyê û rizgarkirina Efrînê ."
Meş bi dirûşmeya “bijî berxwedana Efrîn “bi dawî bû.
Amudê
Bi dirûşmeay' Meşa Gelan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk' bi sedan gelê navçeya Amûdê a kantona Qamişlo di pêşengtiya Kongreya Star meşek li darixistin.
Meş ji Çerxareya Jinê dest pê kir û bi dirûşmeyên ' Bijî Berxwedana Efîrnê ', û hilgirtina wêneyên komkujiya Efrînê û şaxên zeyîtonan di nav bajar de geriyan û heta qada jinê veguherî Mîting. Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Rêveberiya Xweriya Dermokeratîk axavtin hat kirin.
Di axavtinê de êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê hat şermezar kirin û hat gotin:" Bi xwîna Şehîdên Serdemê wê berxwedana Gelê Efîrnê bidomê, em soza rizgarkirina Efrînê nû dikin."
Meş bi dirûmeyên' Bijî berxwedana Serdemê, Şehîd Namirin' bi dawî bû.
Her wiha li bajarê Minbicê, Reqayê bi daxuyaniyekê û li bajarê Qamişlo û Tebqayê bi meşekê salvegera dagirkirina Efîrnê hat şermezar kirin.