Bi hezaran welatiyên Kobanê ji bo Zulkuf Gezen daketin qadan

  • 16:06 18 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê bi dirûşma 'Tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin netewa demokratîk ava bikin' ji bo Zulkuf Gezen ê ku li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, daketin qadan. 
 
Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê bi dirûşma 'Tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin netewa demokratîk ava bikin' ji bo Zulkuf Gezen ê ku li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, daketin qadan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Şehîd namirin","Bijî berxwedana Leyla Guven" hatin berzkirin. 
 
Berî meş dest pê bike rêz hat girtin. Dawiyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku Zulkuf Gezen ji bo azadiya gelê kurd canê xwe feda kiriye. 
 
Çalakiya meşê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.