Ji Kongreya Star banga mezinkirina têkoşînê

  • 15:22 18 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê êrîşên li ser  Efrînê û binpêkirinên dewleta Tirk û komên girêdayî wê li ser şêniyan didin meşandin şermezar kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.”
 
Sibê salvegera êrîşên li ser Efrînê ye. Derbarê salvegera yekemîn a êrîşên li ser  Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê  ve, Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongreya Star di daxuyaniya xwe de banga mezinkirina têkoşînê li hemberî dagirkeran kir.
 
Daxuyanî wiha:
 
"Di 18`ê Adara 2018`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin û binpêkirinên hovane û dermirovî li ser gelê me dan meşandin. Dagirkeriya Tirk bi tevahiya cureyên çekên pêşketî ji topavêj, tank û bi dehan balafirên şer di êrîşên xwe de bi kar anîn. Li beramberî êrîşên hovane gelê me berxwedanek mezin nîşan da û gelek şehîd da di nav de 300 sivîl ji zarok, jin û kesên temenmezin hebûn.
 
Di salvegera dagirkirinê de em bi rêzdarî şehîdên berxwedanê bi bîr tînin. Em ji gelê Kurd re diyar dikin ku em ê wan êrîşên hovane ji bîr nekin û em dest ji Efrînê bernadin. Em bi berxwedanê bawer in ku ew ê Efrînê ji dagirkeriya Tirk rizgar bike. Li ser wê em bang li hemû gelê xwe dikin ku asta têkoşînê û berxwedanê li dijî dagirkeriyê heya  serkeftinê mezin bikin.
 
Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê carek din isbat kir ku ew dijminê gelê Kurd û demokrasiyê ye, ew li dijî hebûna gelê Kurd û jiyana azad û demokratîk e.
 
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya vî şerê qirêj  komkujî li ser gelê me pêk anî, malên sivîlan wêran kirin, darên zeytûnê qut kirin û daristan şewitandin. Her wiha cihên dîrokî wêran kirin û bi hezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê kirin. Malên şêniyan desteser kirin û gundan ji şêniyên wê yên resen vala kirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin.
 
Em dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê, binpêkirinên wê û çeteyên wê yên dermirovî  kuştin, girtin, revandina sivîlan, destdirêjkirina gorên şehîdan, guhertina demogarfiya herêmê û asîmlekirina pergala perwerdehiyê şermezar dikin.
 
Em bang li civaka navdewletî, NY`î û rêxistinên navdewletî û hiqûqî dikin ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku binpêkirinên xwe yên li Efrînê rawestîne, ji herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine bikişe û şertên ewle ji bo vegera şêniyan bi misogeriya navdewletî peyda bikin. Her wiha divê balê bikşînin ser binpêkirinên ku li Efrînê pêk tê, belge bikin û pêşkêşî dadgehên navdewletî bikin."