Wan ji bo Newrozê amade ye
- 14:34 18 Adar 2019
- Rojane
WAN - Deklarasyona Newroza Wanê hat weşandin. Newroz dê bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişkînin, teqez em ê bi ser kevin" bê pîroz kirin.
Newroz îsal li Wanê dê bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişkînin, teqes em ê bi ser kevin" bê pîroz kirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Azadî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya HDP'a Wanê civîneke hevpar li dar xistin. Hevserokên HDP'a Wanê Yadîşen Karabulak, Umît Dede, Hevserokên DBP'ê Okkeş Kawa, aktîvistên TJA'yê, ji Tevgera Azadiyê Mehmet Akdogan, parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, endamên Dîvana KCD'ê Mukaddes Karakoç, Fîkret Dogan û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci tevlî civînê bûn. Li ser navê Komîteya Amedekar a Newrozê parlamenter Muazzez Orhan axivî û di destpêka axaftina xwe de Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtigeha Tekîrdagê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.
Muazzez, di axaftina xwe de bal kişand ser wateya Newrozê û diyar kir ku Newroz, ji bo gelên Rojhilata Navîn û kurdan raperîn û berxwedan e. Muazzez, da zanîn ku heta niha Newroz 2 heza û 631 care tê pîrozkirin û wiha got: "Îsal Newroz dê bi dirûşma 'Em ê tecrîdê bişkînin, teqez em ê bi ser kevin' bê pîrozkirin. Ji bo me Newroz tê wateya li dijî zaliman berxwedan û azadiyê."
'Divê hikûmet guh bide vî dengî'
Muazzez, destnîşan kir ku hevseroka KCD'Ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê birêz Leyla Guven û girtiyên siyasî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçibûnê de ne û ev tişt tê wateya li dijî zilmê têkoşîneke topyekûn e. Muazzez, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şikandina tecrîdê bi berxwedanê pêkan e. Divê hikûmet jî guh bide vê dengî û zagonê xwe pêk bîne. Rakirina tecridkirina Birêz Ocalan ji bo hemû gelê Tirkiye dê bibe bêhn û aramî. Ji 2015'an heta niha li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdek mutlaq û li diji hiqûqê tê meşandin. Ger ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin dê faşîzm bişkê û rê li pêş demokrasî û azadiyê vebe."
'Newroz roja biryar û heviyê ye'
Muazzez Orhan, diyar kir ku dê di 21'ê Adarê de li bi dehan bajar û bi sedan navçeyan Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Ji bo me Newroz roja biryar û heviyê ye. Em bang li Gelê Wanê dikin ku di 21'ê Adarê de li Parka Keleha Wanê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin. Li Parka Çandê (Parka Newrozê) saet di 10.00’an de pîrozbahiya Newrozê dest pê dike."