Li Dêrîkê ji bo Zulkuf Gezen daxûyanî hat dayîn

  • 14:23 18 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê  a navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê ji bo Zulkuf Gezen daxûyanî da. Di daxûyaniyê de êrîşên li dijî ceznazeyê Zulkuf hatin şermezarkirin û dirûşama "Zulkuf Gezen nemir e" hat berzkirin
 
Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê  dawî li jiyana xwe anî. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê li ber buroya hilbijartinê daxûyanî da. Rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî daxûyaniyê bûn. Daxûyanî ji aliyê Hevserokê berê yê HDP’a Dêrîkê Salih Tekîn ve hat xwendin.
 
Beriya daxûyanî bê xwendin deqeyek rêzgirtin ji bo kesên jiyana xwe dest dan hat girtin. Piştî rêzgirtinê Salîh Tekîn daxuyanî  xwend û wihja got: "4 mehin li gelek girtîgehan girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û beê daroveger kirine. Hevalê me Zulkuf Gezen jî di girtîgehê de girtî bû. Zulkuf Gezen ji bo ku ev tecrîd bê rakirin dest bi greva birçîbûnê kirinû. Hevalê me Zulkuf Gezen li dijî zilma tê jiyîn û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me şermezar bike Adarê de dawî bi jiyana xwe anî. Em bejna xwe li ber bîranîna Zulkuf ditewînin û em bawer dikin ku wê Gelê Kurd bersivê bide vî zilmê. Dê têkoşîna Gelê Kurd û doza azadiyê biserkeve. Em Zulkuf Gezen tu carî ji bîr nakin. Zulkuf Gezen nemir e.”
 
Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.