Li Stenbolê di 2018’an de herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan
- 14:18 18 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê rapora 2018'an a karkerên di kar de jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir. Meclisê diyar kir ku di sala 2018'an 226 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSGM) rapora 2018'an a karkerên stenbolê bi raya giştî re parve kirin. Meclîsê diyar kir ku rapor li gorî agahiyên di çapmeniyê de û agahiyên ku malbatan gihandiye wan kom kirine û li gorî ve yekê ji sedî 38 ji çapemeniya neteweyî ji sedî 62 jî ji karkeran girtine. Meclîsê da zanîn ku li gorî raporê di sala 2018’an de herî kêm 226 karkeran jiyana xwe xwe ji dest dane. Meclîsê da zanîn ku ji sedî 4 karker jin û ji sedî 96 karker mêr in û tev di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê da zanîn ku karkerên jiyana xwe ji dest dane 8 jê ji Afganistanê, 4 ji Sûriyeyê, 4 ji Turkmenîstanê, 3 ji Pakistanê, 2 ji Azerbaycanê, 1 ji Ozbekistanê, 1 ji Rusya û 1 ji Ukrayiye ye.