'Em ê xwedî li kesên ku bedena xwe dan ber agir derkevin'
- 14:04 18 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Rêxistinên bajêr ên HDP û DBP'ê yên Şirnexê derbarê Zulku Gezen ê ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî daxuyanî dan û ev bang li îktîdarê kirin: "Bêyî ku mirin pêk bên divê îktîdar qanûnên xwe pêk bîne."
Li gel çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê roj bi roj belav dibin, duh li girtîgeha hejmar 2'ya Tekîrdagê Zulkuf Gezen dawî jiyana xwe anî. Piştî agahî hat girtin ku Zulkuf dawî li jiyana xwe anî ye, cenazeyê Zulkuf ê ku ji Stenbolê anîn Amedê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û bi tevlibûna çend kesên ji malbata Zulkuf dibin dorpêça polîsan de cenaze hat definkirin.
'Em sozê ku em ê berxwdanê mezin bikin didin'
Derbarê bûyerê de rêxistinên DBP û HDP2ê yên Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku li ber avahiya DHP'ê ya Şirnexê hat dayînde li ser navê girseyê ji aliyê Zekî Îrmez xwend. Zekî bang li AKP-MHP'ê kir ku ji bo mirin neyên jiyîn divê ku AKP û MHP li gorî rêgezên xwe tevbigerin. Zekî wiha berdewam kir: "Li gel hemû hişyariyên ku hatin kirin AKP'ê li dijî vê daxwaza demokratîk guh û çavên xwe girtine. Zulkuf Gezen li Girtîgeha Hejmar 2 a Tekîrdagê ji bo ku dawî li tecrîdê bê anîn dawî li jiyana xwe aniye. Îktîdara ku tehemûlî xwedîderketina li cenazeyê Zulkuf nekiri şev nîvê şevê revand û bir li goristanê defin kirin. Parlamenterên me yên ku xwestin tevli cenaze bibin hatin derbkirin. Em vê helwesta îkdtîdara û polîsên wê bi tundî şermezar dikin. "
Zekî bang li AKP û MHP'ê jî kir û wiha got: " Em bang li AKP -MHP'ê dikin ku li gorî qanûnên xwe û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin. Bêyî ku kesek jiyana xwe ji dest bide divê daxwaza çalakgerên di gereva birçîbûnê de bê qebûlkirin .Daxwaza wan daxwaza me ye."
Hevserokê navçeyê yê DBP'a Cizîrê Selahattîn Kolan jî bi kurdî daxuyanî xwend û daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.