Zêmarên Hava Gezen: Lawê min di tarîtiya kor de defin kirin min tabûta wî jî hembêz nekir
- 13:51 18 Adar 2019
- Rojane
AMED - Zulkuf Gezen ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike li 2'êmîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekirdagê dawî li jiyana xwe anîbû. Şîna Zulkuf li Mala Şînê ya Saklat a Navçeya Kayapinara Amedê ye. Zêmarên Diya Zulkuf, Hava di şînê de berz dibû û digot:"Lawê min di tarîtiya kor de defin kirin min tabûta wî jî hembêz nekir."
Zulkuf Gezen ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike li 2'êmîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekirdagê dawî li jiyana xwe anîbû. Şîna Zulkuf li Mala Şînê ya Saklat a Navçeya Kayapinara Amedê ye. Cenazeyê Zulkuf do bêyî malbata wî ji girtîgehê hat girtin û bi zora polîsan li Goristana Yenikoyê hat definkirin.
Di heman demê de şîna Ferman Tarhan (Rêber Farqîn) ê ku di encama bombebarana 16'ê Kanûna 2017'an de jiyana xwe ji dest dabû jî li heman cihî hat danîn. Herdu dayik hewl didin ku bi awayekî bi hêz bisekinin.
Du dayik, du ewlad û du êş...
Sekna bi hêz a herdu dayikan bandor li kesên hatibûn şînê jî kir. Yên ku digiran bi hêza dayikan wan jî hewl didan ku bi hêz bin. Zarokên herdu dayikan ji bo heman armancê jiyana xwe ji dest dabûn. Vê yekê hemû kesên li şînê bi bandor kir. Dayika Zulkuf, Havva û Dayika Ferman, Sitkiye ji hev re behsa zarokên xwe kirin.
'Ewqas ji me ditirsin?'
Havva wiha got:"Lawê min xwe feda kir. Ji bo aştiyê ji bo azadiyê. Nehiştin em zarokê xwe bi destên xwe defin bikin. Di tarîtiya reş de zarokê min defin kirin. Min tabûta wî hembêz nekir. Tabûta wî ji min revandin. Bila xwedê heqê me nehêle. Bila ew jî vê êşê bijîn. Hemû derên gorê girtibûn. Ewqas ji me ditirsin?"