Şandeya RJAK'ê serdana çalakvanên Mexmurê kirin

  • 13:21 18 Adar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Şandeya RJAK'ê serlêdana çalakvanên Mexmurê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn, kirin.
 
Şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi armanca piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Wargeha Penaberan a Şehid Rustem Cûdi (Mexmûrê) serlêdana çalakvanan kirin.
 
Li ser navê şandeya Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) Sara Riza axivî û wiha got: " Armanca me ya hatina vir piştgirî dayîna berxwedana çalakvana ne. Ji bo vê yekê ji bo em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin divê ku em li her derê bi çalakiyên xurt piştgirî bidin Çalakvanan û berxwedanê xurt bikin. Li ser vê bingehê em hêvî dikin ku wê berxwedana Leyla, Fadîle û Nasiran wê bigihêje serkeftinê."
 
Sara Riza wisa axaftina xwe bi dawî kir: "Em çalakvanê ku di zindana Tekirdagê de yê ku şevê din ji bo balê bikşine li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalaki pêk anî bi bîr tînin û ji tevahî çalakvanên ku di greva birçîbûnê de ne silavên xwe dişinin û serkeftinê ji wan re dixwazin."
 
Li ser navê koma 31'an jî Qîmet Unver xêrhatina şandeyê kir û wiha anî ziman: "Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe şermezar dikin û ji bo ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe bişkînin em niha li vir di greva birçîbûnê de ne. Em dibêjin ku heta tecrîd neyê şikandin wê berxwedana gelê kurd dewam bike."
 
Qîmet wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê heta dawî çalakiyên xwe bidin dewamkirin. Li her derê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo çalakî hatine despêkirin em silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin."
 
Piştî ku şandeyê serlêdana çalakvanan kir, şande çû serlêdana Endama Koordinasyona Meclisa Îştar ya ku ev 58 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.