Ji Emîne Omer peyam: Leyla bû navê berxwedanê
- 12:31 18 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka MSD'ê Emîne Omar ku çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan daye destpêkirin silav kir wiha got: "Leyla bûye navê berxwedanê. Leyla bi çalakiya xwe hemû jinên cîhanê temsîl dike û ji bo jinên kurd jî bû sembola berxwedanê.
Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Adbullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û nedorveger kir ku çalakiya xwe di roja 131'emîn de berdewam dike peyameke bi dîmen şand. Emîne çalakiya Leyla û hevalên wê silav kir û wiha got: "Çalakiya Leyla Guven berdewamiya berxwedana jinên kurd ên ku di tevahiya dîrokê de li dijî faşîzmê têkoşiyane. Dewleta tirk bi taybetî li ser kurdan û bi giştî li ser tevahiya gelan polîtîkayên qirêj dide meşnadin. Dewelatên navneteweyî jî li dijî van polîtîkayan bêdengiya xwe diparêzin.
'Leyla Sembola berxwedana jinên kurd e'
Emîne anî ziman ku Leyla bûye sembola jinên kurd ên berxwedêr û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Leyla bû navê berxwedanê û îro tevahiya jinên li cîhanê temsîl dike. Ez dixwazim bibêjim ku em her piştevanên wê ne. Em tu carî berxwedana jinên kurd ji bîr nakin. Hebûna me girêdayî berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ye. Di kar û xebatên me de hevala Leyla ji bo me sembol e. Evqas roj di ser çalakiya wê re derbas bûye jî lê dîsa jî çalakiya xwe bi coş didomîne. Em ji vir dibînin ku jineke li dijî faşîzmê li ber xwe dide ye. Ez ji vêderê careke din çalakiya Leyeya silav dikim û dibêjim ku em êbi ser kevin."