Ji bo Zulkuf Gezen sersaxî tên qebûlkirin
- 11:55 18 Adar 2019
- Rojane
AMED - Sersaxiya Zulkuf Gezenê ku li Girtîgeha Tîpa F a 2'yan a Tekîrdagê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî li Mala şînê ya Şaklatê ya navçeya Peyasê tê qebûlkirin.
Zulkuf Gezenê ku li Girtîgeha Tîpa F a 2'yan a Tekîrdagê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî, Cenazeyê Zulkuf duh li balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat desteserkirin. Her wiha piştî desteserkirinê bê agahiya malbatê cenazê anîn Amedê. Polîsan bişev bi darê zorê cenazeyê Zulkuf li Gorîstana Yenîkoyê dan definkirin. Her wiha tevlîbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Musa Farîsogulari, Remziye Tosun, Nuran Îmîr, Feleknas Uca, Salîha Aydenîz û Ayşe Acar Başaran ji bo cenaze li balafirgeha Amedê û Gorîstana Yenîkoyê hat astengkirin.
Malbata Gezen sersaxiyê li Mala Şînê ya Şaklata taxa Huzurevlerî ya Navçeya Peyasê ya Amedê qebûl dike.