Berxwedana Leyla Guven di roja 131'an de ye

  • 11:44 18 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 131'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 131'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e. Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 1018'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 92'ê de. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 58'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 62'emîn de û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba ku daye destpêkirin di rojja 65'an de berdewam dike.  Herwiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 92'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. 
 
Li avahiya HDP'ê ya bajêr çalakiya nobetê hat destpêkirin
 
Çalkiya ku parlamentera HDP'ê Dêrsim  Dag 3'yê Adarê de da destpêkirin û ya Parlamenterên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku di 8'ê Adarê de dest pêkirin jî berdewam dike. Bi parlamenteran re ji endamên partiyê Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer piştî serdegrtina avahiya bajêr hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin, ji bo Salîh Cansever, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ataş jî cezayê hepsa malê hat dayîn.  
 
Herwiha gelek kes jî ji bo piştevaniya bi çalakiya parlamenteran re li avahiya HDP'ê ya Amedê dest  bi çalakiya nobetê ya ku wê 2 rojan berdewam bike kirin. 
 
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
 
Sedat Akin ê ku li girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin  çalakiya xwe li malê di roja 71'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike di roja 62'an a greva birçîbûnê de ye.  Sema Akan jî di 14'ê Adarê de hat tahliyekirin û çalakiya wê ya ku li mala xwe berdewam dike di roja 73'emîn de didomîne.