Zarokên ku DAÎŞ'ê ew bi mirinê rû bi rû hiştine

  • 11:25 18 Adar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
DÊRA ZORÊ - Dora 1500 malbatên DAÎŞ'ê xwe radestî hêzên YPJ/QSD'ê kiribûn. Di nava malbatên DAÎŞ'ê gelek zarokên ku DAÎŞ'ê ew bi mirinê rû bi rû hiştine hene. 
 
Di 14'ê Adarê de zêdetirî 1500 malbatên Çeteyên DAÎŞ'ê ên ku ji gelek welatan bi riya Tirkiyê re derbasî Sûriyeyê bûbûn xwe radestî hêzên YPJ/QSD'ê kirin. Di nava wan de gelek zarokên ku birçî hatine hiştin û bêxwedî hatine hiştin hene. 
 
Jina ku 8 zarokên wê hene anî ziman ku ew û hevserê xwe ji Somalî û ji ser rêya Tirkiyeyê başdarî DAÎŞ'ê bûne û got:"DAÎŞ li dijî zarokan bi kîn û nefret bû. Xwarin nedida wan. Ew her bêxwedî dihiştin."
 
Zarokên ku birçî bû bêxwedî hatine hiştin ji aliyê şervanên YPJ'ê ve alîkariya wan tê kirin.