Ji rojnivîska Lîlozê: Em ê li baxê zeytûnan dîsa vegerin

  • 11:13 18 Adar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jina ciwan Lîloz Hemzo, rûpela rojnivîska xwe ya 18’ê Adarê li ser Efrînê nivîsiye. Lîlozê hêrs û kîna xwe ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê, aniye ziman. Lîlozê dibêje:"Hewceye her yek ji me xwe têxe cihê zarokek Efrînê yên her roj bi hêviyên azadiya mal û dibistana xwe ji xewê şiyar dibin. Bi hêviya demek nêz de em hemû mizgîniya azadiya Efrînê bibihîsin û bi hev re li baxê zeyîtunan vegerin."
 
Ji rojnivîska jina ciwan a 19 salî Lîloz Hemzo ya li Taxa Tilhecer a kantona Hesekê dimîne nivîsa di derbarê 18’ê Adarê û rewşa Efrînê de, mirov hestiyar dike. Lîloz da zanîn ku ew ji nivîsê hez dike, ji bo wê jî rojnivîsê digire, taybetî jî di derbarê rojên giring ên bandor li jiyana wê dike de dinivîse. Me jî li rojnivîska Lîlozê ya 18’ê Adarê ku di derbarê Efrînê de nivîsiye guhdarî kir û xwest bi we xwendekarên ajansê re jî par bikin.
 
Lîlozê diyar kir ew rojên giring ên bandor li jiyana wê dikin di rojnivîska xwe de dinivîse û wiha domand: “Ez bi giştî ji nivîsê hez dikim, bi taybetî rojên girîng dinivîsim. 18’ê Adarê jî ji bo min rojek girîng e ku bandor li hest û ramanên min kiriye. Ji ber wê jî min hewce dît ku li ser binivîsim. Kêm jî be ez hinek kela dilê xwe bi çend xetên nivîsê tînim ziman û bi rojnivîska xwe re parve dikim.”
 
Pelê rojnivîska Lîlozê ya di derbarê 18’ê Adarê de wiha ye:
 
“Di vê roja xemgîn û pir bi êş de bajarê zeytûnan, çem û daristanan ji aliyê dagirkerên Tirkiyê ve bi komployekê hat dagirkirin. Ew qas mirov qetil kirin zarok, jin, kal û pîr jî di navê de. Yên man jî koçberî çol û çolistanan kirin. Yên di nava Efrînê de man her roj tundiyê dibînin û tên kuştin. Li ser navê olê tecawizî jinan kirin, îşkence li wan kirin. Ev roj mîna rojek bi êş û reş e li gel tevahî gelê kurd. Em hemû dizanin axa Efrînê ya dewlemend e, bi darên xwe yên zeytûnan tê nasîn. Ji ber wê jî çavê dijmin lê ye her dem lê ye. 
 
Ne ji bo parastina gelê wê weke ku nijadperest Erdogan dibêje. Ji bo ku axa me ya bibereket dagir bike û hemû dewlemendiyên wê ji xwe re bibin ketin Efrînê. Em hemû dizanin ku Erdogan ji gelê kurd ditirse ji ber wê jî dixwaze tune bike. Ji ber ku gelê me êdî rastiya xwe dît. Ji ber vê yekê Erdogan hewil dide kurdek li ku be biçe wan tune bike.
 
Dema ku şoreşa Rojava dest pê kir dinyayê hemû dît ku kurd li hemberî DAIŞ’ê bi ser ket. Tirsek wiha ket dilê Erdogan ku kurdan bi vê hêza xwe DAIŞ tune kir, bi heman şêweyî wê bikare her hêza li hemberî kurdan derkeve tune bike. Ji ber vê yekê dixwest derbazî Kobanê bibe, lê hêza wî têrê nekir. Ew qas hewil da derbazî deverên dine ên Rojava bibe lê nikarî.
 
Em hemû vê rastiyê dibînin ku Erdogan û çeteyên xwe çiqasî îşkenceyê li welatiyên nava Efrînê de mane dike, bi taybetî jî li jinan. Ew qas dar û daristanên wê tune kirin. Ji bo ku demografya wê biguhere û hemû şopên kurdan ser tune bike, bênavber dixebite. Li hemberî vê hovîtiyê saziyên mafê mirovan jî bêdeng mane. Kes ji wan li hemberî vê îşkenceya li ser gelê Efrînê tê kirin dengê xwe nakin. Ji ber ku ev êrîş, talan û qirkirin ji bo berjewendiyên wan tên kirin, ji bo wê jî bêdeng mane. Dê dîsan Efrîn bi hêza Hêzên QSD û YPJ’ê bê azadkirin. Tenê ev hêz dikare xewinên zarokên Efrînê bikin rastî û wan li cihana wan a zarokatiyê vegerînin. Hewceye her yek ji me xwe têxe cihê zarokek Efrînê yên her roj bi hêviyên azadiya mal û dibistana xwe ji xewê şiyar dibin. Bi hêviya demek nêz de em hemû mizgîniya azadiya Efrînê bibihîsin û bi hev re li baxê zeytûnan vegerin."