Cenazeyê Zulkuf Gezen di nava dorpêçkirina polîsan de hat definkirin
- 09:42 18 Adar 2019
- Rojane
AMED - Polîsan bi zorê û bêyî destûra malbatê cenazeyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, ji Stenbolê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoy di bin dorpêça maşîne û polîsên zirxî de defin kirin. Polîsan destûr nedan ku wekilên HDP'ê jî biçin ser gorê û gotin. "Ez dewlet im. Biryara dewletê heye. Hûn nikarin tev li merasima cenaze bibin."
Zulkuf Gezen, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî. Piştî malbatê agahî stendin û çûn cenaze girtin, ji Tekîrdagê anîn morga Balafirgeah Ataturkê ya Stenbolê. Parlementerên HDP’ê, pismamê Gezen û gelek kes li Balafirga Ataturkê cenaze pêşwazî kirin. Malbata Gezen xwest ku îro saet di 09.50’an cenaze li balafirê bikin û bînin Amedê. Lê polisan gef li malbatê xwar û xwest bi şev cenaze defin bikin. Ji ber ku malbatê ev daxwaza polîsan qebûl nekir, polîsan bêyî agahiya malbate cenaze li balafirgehê desteser kirin û anîn Amedê. Polîsan bi dizî cenaze li Balafirgeha Ataturk bi lalafira THY ya sefer TK2600 saet di 00.20’an de anîn Amedê. Piştî polisan cenaze anîn Amedê li malbata Gezen geriyan û gotin "Em dê cenaze defin bikin. Hûn dixwazin tev li merasima cenaze bibin dixwazin tev li merasima cenaze nebin."
Ez dewlet im hû nikarin tevlî merasîma cenaze bibin
Piştî cenaze anîn Amedê parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Musa Farisoguları, Remziye Tosun, Nuran Îmir, Feleknas Uca, Saliha Aydeniz û Ayşe Acar Başaran, ji bo cenaze wergirin hatin Balafirgeha Amedê. Lê bi sedan polîs bi maşîneyên zirxî balafirgeh xistin bin ablukayê û destûr nedan wekilên HDP’ê derbasî balafirgehê bibin. Polîsan parlamenter bi mertalen xwe dorpêç kirin û asê kirin. Li vir midûrê polîsan got: "Ez dewlet im. Biryara dewletê heye. Hûn dikarin biçin sersaxiya malbatnê, lê hûn nikarin tev li merasima cenaze bibin."
Piştre polîsan bi zorê cenaze birin goristana Yenîkoyê. Polîsan di bin dorpêça maşîneyên zirxî û polîsên zirxî de li Goristana Yenikoyê defin kirin û destûr nedan kes tev li merasima cenaze bibin. Dema wekilên HDP’ê Saliha Aydeniz, Semra Guzel û Nuran Îmir çûn ser goristanê, polîsan di ketina goristanê de asteng kirin û destûr nedan wekîl tev li merasimê bibin. Destur nedan malbatên xizmên cenaze jî tev li merasimê bibin.