Ji 1979’an heta 2019’an rastiya hevpar a gelan: Newroz

  • 09:13 18 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Agirê Newrozê yekem car di 1979’an de li Stenbolê hat pêxistin û tevî qedexe û êrîşan heta îro gihaşt mîlyonan. Newroza ku li dora nirxên hevpar û wekheviya gelan bû yek û îsal jî wê li qadên Nerozê dirûşmeya ‘ Em ê teqez qezenc dikin, tecrîdê bişkînin’ bê berzkirin.
 
Li Stenbolê di 1979’an de yekem car agirê Newrozê pêk ket û îro xwe gîhandiye mîlyonan. Yekane daxwaza Newrozên Stenbolê jî çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin şûnde bi mîlyonan got ‘temîtana aştiyê li Îmraliyê ye’ û îsal jî wê bi daxwaza rakirina tecrîdê pêk bê.
 
Di 1979’an de li Stenbolê li Salona Încî hezar û 500 kes hatin cem hev û agirê Newrozê pêxistin. Ji 1979’an heta 1990’an pîrozbahî bi rêk û pêk nehatin kirin lê ji 1990’î şûnde bê navber hat pîrozkirin.
 
Agirê Newrozê ya li dijî 'Nevruza' Sembolîk
 
Ji 1991’ê heta 1995’an destûra pîrozbahiyan nehat dayîn, tevî qedexeyan welatî daketin qadan rastî êrîşan hatin. Gelek kesî jiyana xwe ji dest dan, birînar bûn. Di 1995’an de berxwedana gel dewlet da zorê. Rayedarên Dewletê ji bo Newrozê ji wateya wê dûr bixin pîrozbahiya ‘Nevruz’ a fermî pêk anî. Rayedar tevlî dibûn. Heman salê li Stenbolê bi hezaran kesî li Parka Fatîh agirê Newrozê pêxistin. Polîsan êrîş kir û 23 kes binçav kirin. 
 
Di 1998’an de gihaşt sedhezaran
 
Di 1996’an de bi dehezaran kes li sahaya futbulê ya Kazliçeşme hatin cem hev û agir pê xistin. Polîsan piştî Newrozê êrîş kir û 50 kes binçav kirin. Di 1997’an de li Qada Abîde-î Hurriye a Şîşlî hat pîrozkirin û di 1998’an de li Qada Kazliçeşme a Zeytînburnu hejmara girseyê sedhezaran derbas kir. Di 1999’an de li di Newroza Stenbolê de gel li dijî komployê daketin kolanan.
 
Stenbol bi agirê Newrozê germ bû
 
Pîrozbahiya 2000’î dîsa Qada Abîde-î Hurriyet a Şîşliyê bû. Bi hezaran kes herikîn qadan û polîsan êrîşî girseyê kirin. Gel heman şevê li gelek deverên Stenbolê agir pê xistin. Di 2001’ê de gel dîsa qedexe nas nekir û herikî Qada Kazliçeşmeyê. Polîsan dîsa êrîşî gel kirin û heman şevê li taxan agir hatin pêxistin û şîdeta polîs hat protestokirin. Di 2002’an de dîsa pîrozbahiyên Newrozê ji aliyê Walitiya Stenbolê ve hat qedexekirin. Di êrîşên li hemberî gel de 500 kes hatin binçavkirin. 
 
Peyama 2003’an yekitî bû
 
Piştî 2003’an pîrozbahiyên Newroza Stenbolê dîsa Qada Kazli Çeşme ya Zeytînburnu bû. Kurdan li qadan dîsa banga aştiyê kirin û di 2004’an de jî vê dubare kir. Di Newrozên 2005-2006’an de jî bi sedhezarna kes tevlî bûn û gotin ‘ew Ocalan wek îrada siyasî qebûl dikin.’
Di pîrozbahiyên 2007’an de zextên li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tecrîdkirin û îdiayên hatiye jehrîkirin mohra xwe lêdan. Bi sedhezaran kesî li Qada Kazliçeşmeyê ji bo Abdullah Ocalan diyar kirin ku ‘tenduristiya wî tenduristiya me ye’. Di Newroza 2008’an de jî pêngava ‘Êdî Bes e’ mohra xwe lê da. Di pîrozbahiyên 2009’an de bi mîlyonan kes tevlî bûn û piştî vê dewletê bi operasyonên KCK’ê bersiv da.
An azadî yan azadî
 
Di 2010’an de ji aliyên cuda Kurd, Elewî, Ermenî, Suryanî, kedkar û karker tevlî bûn. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dengê xwe bilind kirin. Di 2011’an de bi dirûşmeya ‘An azadî yan azadî’ Newroz hat pîrozkirin.
 
Di 2012’an de Haci Zengîn jiyana xwe ji dest da
 
Di 2012’an de Newroza Stenbolê jî wek a her derê hat qedexekirin. Tevî qedexekirinê gel berê xwe da Qada Kazliçeşmeyê û bi dehezaran polîsan êrîşê gel kirin. Di êrîşan de rêveberê BDP’a Arnavutkoy hat qetilkirin. Newroza 2013’an de jî bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statu’ di bin şertên ‘pêvajoya çareseriya demokratîk de’ hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de manîfestoya Abdullah Ocalan mohra xwe lê da. Di Newroza 2014’an de jî dîsa beriya hilbijartinên di 30’ê Adarê de pêk hat de, hat pîrozkirin. Bi şîara ‘Bi rêveberiyên xweser ber bi nasnameya azad ve. Em ê bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin’ li Kazliçeşmeyê pêk hat. Bi sedhezaran kes tevlî bûn. Peyama Abdullah Ocalan bi Tirkî û Kurdî hat xwendin. Newroza 2015’an jî li Topkapiyê pêk hat. Ji mîlyonekê zêdetir kes tevlî bûn. Newroza 2016’an jî di bin zext û dorpêçê de pêk hat. Newroz ji aliyê Walitiyê ve hat qedexekirin. Di 2017’an de jî bi dehezaran kes li Kartalê hatin cem hev. Di Newrozê de hat xwestin ku OHAL bê rakirin û nameya hevpar a Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hat xwendin. 
 
Berxwedana Efrînê hat silavkirin
 
Navnîşana Newroza 2018’an a Stenbolê jî Qada Bazara Gel a Bakirkoyê bû. Bi şîara ‘Newroz berxwedan e, bihara gelan a li dijî faşîzmê ye’ hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li hember êrîşên TSK’ê ya li hember Efrînê hêrs hebû. Berxwedana Efrînê hat silavkirin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezakirin.
 
‘Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin’
 
Îsal jî di 24’ê Adarê de wê bi şîara ‘Em ê bi serkevin û tecrîdê bişînin’ wê li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin. Wê di pîrozbahiyê de balê bikşînin ser grevên birçîbûnê ya ji aliyê hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve ku bi armanca tecrîd bê rakirin dabû destpêkirin.