Bi Sîbel Akdenîz ya di greva birçîbûnê de: Leyla navê serkeftin û berxwedanê ye

  • 09:08 18 Adar 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Sîbel Akdenîz ya bi armanca rakirina tecrîdê ket grevê û 73 roj li pey xwe hişt diyar kir ku navê berxwedan û serkeftinê Leyla ye û wiha got: “Em wek Semayan dikarin di navbera berxwedanan de bibin pira. Gotina dawî yên beriya me gotine. Dawî çi dibe bila bibe wê gelek xweş be, em ê teqez bi serkevin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan  HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya di 8’ê Mijdarê de li girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin piştî ku hat tahliyekirin jî çalakiya xwe li malê berdewam dike.
 
Piştî Leylayê bi sedan girtî bi heman daxwazê ketin grevê. Girtiya bi navê Sîbel Akdenîz ya li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne û ji 5’ê Çile de di grevê de ye der barê çalakiya xwe de pirsên me bersivandin.
 
*Em dikarin we nas bikin û sedema  tevlîbûna we ya çalakiya greva birçîbûnê çi ye?
 
Em Kurdin, jin in, em kesên dikarin rexne bikin, em çalakgerin. Têgehên ji bilî vê zêde wateya wê nîne. Bêguman ez li dijî tecrîd, dîktator, yên mafên gel binpê dikin, êrîşî azadiya gelan û jinan dikin ketim grevê.
 
*Tecrîd çi ye? Ji bo we çi îfade dike?
 
Tecrîd, ji bo astengkirina serkeftinê ye, pergaleke îşkenceyê ya faşîst e. Tecrîd ne aîdê mirovan e. Bi îradeyek din, çeka tirsonekiyê ye. Em dibînin ku tecrîd ne tenê li ser Rêbertiya me, di şexsê wî de li ser me hemûyan pêk tê.
 
*Hun Leyla Guven çawa nas dikin?
 
Leyla navê serkeftin û berxwedanê ye. Rengê nasnameya me ye, strana me ye, tilîliya li ser zimanan belav dibe ye.
 
*Hun hevdîtina di 12’ê çile de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin çawa dinirxînin? Ev hevdîtin encama çi ye?
 
Em hîn bûn ku Rêbertiya me li dijî hemû pêkûtiyan jî tenduristiya wî baş e. Ev ji bo me wek mizginiyekê ye. Tişta divê em bikin berxwedan bibe wek kevneşopiya jiyanê. Di teşeyê pêkanîna hevdîtinê de jî binpêkirina qanûnan heye. Armanca wan bi vê hevîtinê ev bû ku grev bi dawî bin. Bêguman pêngavek erênî ye lê têr nake.
 
*Leyla Guven di 25’ê Çileyê de hat tahliyekirin. We çi hîs kir?
 
Li girtîgehan deriyê hesin yê 7 surgu heye. Li ser jî helbestkaran pênûsa xwe dane axaftin. Dema me agahiya tahliyeyê girt, me ji van deriyan yek hilbijart. Me mifteyek şikand. 
 
*Hun jin vê pêvajoyê bi atmosferek çawa pêşwazî dikin?
 
Em bi hevalên niha re ne sînordar in. Di salek û nîvê de yên hatin tahliyekirin yên hatin surgunkirin. Em nêzî 60 kesî ne. Ji bilî Avşîna yek salî 5 zarokên din hatin vir. Nêzî 20 dayikên me hatin û çûn. Em 20 jin in. Atmosfera em têde ne atmosfera berxwedanê ye. Em bi coş in. Bila bê zanîn ku em erênî li pêvajoyê dinêrin.
 
*Hun derve çawa dibînin. Tiştekî hun ji yên derve re bibêjin heye?
 
Tecrîd li her derê didome. Divê yên derve bizanin ku ew jî di bin tecrîdê de ne. Yên vê ferq dikin divê bi cesaret xwe amade bikin. Em tecrîda derve wisa dibînin; Çima akademîsyenek ji ber aştiyê diparêze tê îxrackirin? Rojnamegerek ji ber nûçeya çêdike tê girtin. Ji karkeran re grev tê qedexekirin. Gelek çima gelo nikare zimanê xwe biaxive? Dayika Taybet bi rojan cenazeyê wê li kolanê ma. Cemîle bedena wê bi rojan di cemedankê de ma. Ev hemû encama tecrîdê ne. Ji ber vê her kes bi tecrîdê re rû bi rû ye.
 
*Ev pêvajo wê çawa bi encam be?
 
Em wek Semayan dikarin di navbera berxwedanan de bibin pira. Gotina dawî yên beriya me gotine. Dawî çi dibe bila bibe wê gelek xweş be, em ê teqez bi ser kevin.