Jinên Mexmûrê: Serkeftin a HDP’ê ye
- 09:01 18 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ser hilbijartinên herêmî yên bakurê Kurdistanê ku wê di 31’ê Adarê de pêk werin nêrînên xwe anîn ziman.
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ser hilbijartinên herêmî yên bakurê Kurdistanê ku wê di 31’ê Adarê de pêk werin nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Partiya me rumeta me ye."
'Partiya ku azadiyê bîne Tirkiyeyê HDP ye'
Dayîka bi navê Hediye Atalay ku ji herêma Colemêrgê ye nêrîna xwe ya li ser hilbijartinên herêmî yên bakurê Kurdistanê wiha anî ziman: “ Banga min ji bo hemû Gelê Kurd yê bakurê Kurdistanê ew e ku ev hilbijartin ne wek hilbijartinên din be, ji ber ev hilbijartin ji bo me gelek giring e. Divê herkesê xedî wijdan li dengê xwe xwedî derkeve. Herî zêde banga min ji jinên Colmergê re ye ku ev çend sale em penaberin, divê ji bo azadiya Gelê Kurd li sindoqên xwe, vîna xwe û li HDP’ê xwedî derbikevin. Partiya ku azadiyê bîne Tirkiyê HDP’ê ye.”
‘Li peşberî me hilbijartinek dîrokî heye’
Jina ciwan a bi navê Mizgîn Soydan ku ji herêma Geverê ye li ser hilbijartinên xwecihî yên bakurê Kurdistanê ev tişt got: “Di despêkê de ez silavên xwe ji hemû Gelê Kurd re dişînîm. Li peşberî me hilbijartinên herêmî ku ji bo me dîrokî ye hene. Banga min ji hemû Gelê Kurd re ye ku li rumeta xwe, li dîroka xwe xwedî derbikeve. Dewleta Tirk gelek zor û zext li ser kurdan daye meşandin. Bangamin min bi taybet ji gelê Geverê re ye ku ew komkojiya dewleta tirk a li ser welatiyên Geverê daye meşandin ji bîr neke. Di hilbijartinên xwecihî de li partiya xwe HDP’ê xwedî derbikeve û li ser sondoqên xwe baş bisekinin da ku dengên wan neyên dizîn. Divê gelê bi rumet ku azadiyê bi xwaze divê dengê xwe bidin azadiyê, wekheviyê, demoqrasiyê û dengê xwe bidin partiya gelan HDP’ê."