ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
- 09:00 18 Adar 2019
- Rojev
*Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ser hilbijartinên herêmî yên bakurê Kurdistanê ku wê di 31’ê Adarê de pêk werin nêrînên xwe anîn ziman.
* Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Siwêd li ser girîgiya rêxistinbûn û civînên jinan di nava rêxistinê de ji hemû partî, rêxistin û saziyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nirxandinên girîng kir û got Armanca civîna rêxistinên jinan ji bo avakirina pêşeroja Bakûr û Rojhilatê Suriyê bû. DÎMEN HEYE
*Pirtûka namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê ya helbestan a bi navê “ Dil Raperîne” cihê xwe li ser dezgehên pirtûkxaneyan girt. Pirtûka helbestan ji êş û qêrîna kurdan pêk tê. DÎMEN HEYE
*Li Navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ku AKP wek depoya dengan dibîne, namzeta hevşaredariya HDP’ê Serap Kaya ji bo guherîna navçeyê xwe amade dike û bi lêv kir ku wê navçeyê bi rengê jinê biguherin û nasnameyek nû lê bar bikin. Serapê wiha got: “Cîhanbeylî cihekî kozmopolîtîk e. Ji ber vê em ê pirzimaniyê esas bigirin.Wê bi me re ji nû ve jiyana xwe ava bikin.”DÎMEN HEYE
*Sîbel Akdenîz ya bi armanca rakirina tecrîdê ket grevê û 73 roj li pey xwe hişt diyar kir ku navê berxwedan û serkeftinê Leyla ye û wiha got: “Em wek Semayan dikarin di navbera berxwedanan de bibin pira. Gotina dawî yên beriya me gotine. Dawî çi dibe bila bibe wê gelek xweş be, em ê teqez bi serkevin.”
*Hejmara zarokên tên xebitandin gihişt 2 mîlyonî û ji ber krîza aborî ev hejmar her diçe zêde dibe. Li Erdîşê li her dukan, bazar û kolanê zarokên dixebitin, tên dîtin.
* Agirê Newrozê yekem car di 1979’an de li Stenbolê hat pêxistin û tevî qedexe û êrîşan heta îro gihaşt mîlyonan. Newroza ku li dora nirxên hevpar û wekheviya gelan bû yek û îsal jî wê li qadên Nerozê dirûşmeya ‘ Em ê teqez qezenc dikin, tecrîdê bişkînin’ bê berzkirin.
*Meryem Îrmez şahidiya Newroza sala 92’an a li Cizîrê kir got: “Newroz ji bo wê rojê şûnde ji bo me zêdetir watedar bû. Ji wê rojê şûnde Newroz ji bo me bû cejna berxwedanê.” DÎMEN HEYE
* Jina ciwan Lîloz Efrîn, rûpela rojnivîska xwe ya 18’ê Adarê li ser Efrînê nivîsiye. Lîlozê hêrs û kîna xwe ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê, aniye ziman. Lîlozê dibêje:"Hewceye her yek ji me xwe têxe cihê zarokek Efrînê yên her roj bi hêviyên azadiya mal û dibistana xwe ji xewê şiyar dibin. Bi hêviya demek nêz de em hemû mizgîniya azadiya Efrînê bibihîsin û bi hev re li baxê zeyîtunan vegerin."
* Jinên Efrînê yên li Şehbayê derbarê salvegera êrîşên li ser Efrînê de nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Em dagirkeriya dewleta tirk bi zimanekî tund şermezar dikin. Em ê Efrînê ji dagirkeran nehêlin. Efrîn a me ye."DÎMEN HEYE