Li Serhedê xebatên HDP’ê bi eleqeyeke mezin didomin
- 17:18 17 Adar 2019
- Rojane
WAN - Li Serhedê xebatên hilbijartinên herêmî bi eleqeyeke mezin didomin. Li navend û navçeyan namzetên HDP’ê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.
Li herêma Serhedê xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navend û navçeyan bi eleqeyeke mezin didome. Xebatên ku bi pêşengiya namzetên hevşaredariyê tên meşandin ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazî kirin.
Rêya Armûşê
Li navçeya Rêya Armûşê bi tevlîbûna namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe, namzetên hevşaredariya Rêya Armûşê Şehsade Kurt û Azîm Yacan li taxa Arçekê hatin gel hev. Bername bi govend û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ dest pê kir.
Pişt re namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin Bedîa Ozgokçe axivî. Bediyayê bal kişand ser çalakiya Leyla Guvenê û wiha axivî;” Leyla Guven ji bo ku tecrîta li îmraliyê bê şikandin 130 rojin bedena xwe razandiye ber bi birçîbûnê ve. Gelê wekî berê div ê îsal ji deng bide vê çalakiyê û tecrîtê bişkînin.”
Pişt re namzeta hevşaredariya Rêya Armûşê Şehsade Kurt axivî. Şehsadeyê jî destnîşanî hilbijartinên herêmî kir û got ku divê 31’ê Adarê herkes bi berpirsyarî biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne.
Bername bi govend û tililiyên jinan bi dawî bû.
Serava
Agirê Newrozê hate pêxistin
Li navçeya Serava ya Wanê ji xebatên hilbijartinên herêmî bê navber didomin. Bi tevlîbûna namzetên hevşaredariya Seravayê Caziye Duman, Şahabettin Bîlmez li taxa Kurucanê hatin gel hev. Li taxê ji aliyê ciwanan ve agirê newrozê hate pêxistin. Gel li derdora agir govend girt. Piştî govendê namzeta hevşaredariya navçeyê Caziye Duman axivî. Caziyeyê diyar kir ku rojên aşitî û azadiyê nêzin û got ku ew bi agirê Newrozê ber bi azadiyê dimeşin.
Ebahx
Li navçeya Ebexê jî bi tevlîbûna nazmetên hevşaredariya HDP’ê Leyla Atsak û Faruk Demîr li taxa Alîkele mal bi mal serdan hat kirin û ji gel re giringiya hilbijartinê hate vegotin.
Şax
Li Şaxê bi tevlîbûna namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin Mustafa Avci, hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak bi gel re hevdîtin hat kirin. Namzet ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştre namzetan li taxa Berxo, Kutîsê gel ziyaret kir.
Qers
Li Qersê xebatên namzetên hevşaredaiya HDP’ê bênavber didomin. Bi tevlîbûna Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, namzetên hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca li avahiya HDP’ê bi gel re civîn hat lidarxistin.
Civîn bi axaftina namzeta hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca dest pê kir. Şevînê bal kişand ser giringiya hilbijartinê û wiha axivî;” Xebatên me li navend û navçeyan bênavber didomin. Niha ya herî girînge ewlehiya sindoqan e. Wê keda me ji sindoqên 31’ê Adarêderbikeve. Her dengek ji bo me pir girînge. Ji ber vê yekê ji divê em 31’ê Adarê xwedî li sindoqên xwe derbikevîn.”
Mûş
Li Muşê ji aliyê ciwanan ve meclîsa ciwanên HDP’ê hat avakirin. Bernameya vekirina meclîsa ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê sînevîzyona ciwanan hate temaşekirin. Piştre ji aliyê Nafiye Bal û Murat Balkya ve daxuyaniyên kurdî û tirkî hatin xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê ciwan di vê pêvajoyê de rol û misyona xwe bînin cih.
Bername bi govendê bi dawî bû.