Ger ku tiştek bi zarokên me were wê hesabê wê AKP bide
- 16:52 17 Adar 2019
- Rojane
AMED - Nobeta duh li avahiya HDP'ê ya Amedê ku bi armanca piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê dest pê kir, berdewam dike. Di roja duyemin a nobetê de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz axivî û wiha got: "Ger ku tiştek bi zarokên me bê AKP berpirsiyar e."
Çalakiyên greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'ê ku di 3'yê Adarê û 8'ê Adarê de bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê dest pê kir berdewam dike. Di 3'yê Adarê de parlamentera HDP'ê Dersîm Dag û 5 welatiyan dest bi grevê kiribûn û 4 welatî piştî 2 caran hatibûn binçavkirin hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam dikin. Di 8'ê Adarê de jî parlamenterên HDP'ê Tayyip Temel û Murat Sarısaç jî bi heman armancê li gel 2 welatiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî re 3 welatiyên ku hatin berdan dîsa hatin binçavkirin 4 rojin di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin. Duh li avahiya HDP’ê ya Amede 150 kes bi armanca piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê û dengê xwe bilind bikin dest bi Nobeta grevê kiribûn. Nobeta çalakgeran di roja 2'emîn de berdewam dike.
Di roja duyemîn de bi tevlêbûna 100 siyasetmedar, dayikên meclîsa aştiyê û xizmên girtiyan nobet didome. 100 kesên ku nobet ji koma yekem dewir girtin, li salona konferansê ya Vedat Aydin bi daxuyaniyê nobet dewir girtin. Xizmên girtiyan û dakiyên aştiyê ku nobet dewir girtin daxuyanî dan û xwestin rayedar deng û rewşa dayikan bibînin. Di daxuyaniyê de Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz, diyar kir ku çalakiya di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kir îro li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Ev berxwedan dê bigêje armanca xwe. Ez dayika girtiyan me. Em li dijî zilm û zordariya li ser zarokên xwe îro li vir in. Em li pişt zarokên xwe ne."
'Tecrîdê bi dawî bikin'
Kudret Eryilmaz, bang li Hevjina Serokomar Emîne Erdogan kir û xwet çavê xwe veke û wiha got: "Ez wekî dayikeke bang li Wezîre Dadê dikim. Demek berî demeke tecridkirina Birêz Ocalan bi dawi bikin. Bila agahiyên şehadetê ji girtigehan dernekevin. Em dayik in. Bila dilê dayikan neşewite. Bila zarokên me bijîn. Me mezin kir ne ji bo li zindanan jiyana xwe ji dest bidin. Emîne Erdogan jî dayik e. Em dibêjin çavê xwe veke û hal û dengê van dayikan bibhîze. Ger ku tu dayik be demek beri demekê vê tecrîdê rake bila zarokên me azad bibin û tecrîd bi dawî bibe."
'Em ê bi ser kevin'
Parlamenterê HDP’ê Tayip Temel jî anî ziman ku ew dê çalakiya xwe serkeftî bi dawî bikin û wiha got: “Dayikên me du rojin ji bo ji girtîgehan agahiyên xerab nestînin bang li wîcdanan dikin. Ev berxwedana ki pêşengiya Leyla Guven de dest pê kir û îro bi hezaran girtî tev lê bûne destanê dinivise. Ev berxwedan dê bibe destana dîrokî. Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê. Tecrida li ser Birêz Ocalan dê bi dawî bibe. Dengê aştû û çareseriyê dê li hemû cîhanê belav bibe. Divê hemû gelê kurd jî li hemberî van daxwazan û çalakiyan hestiyar tev bigere. Em bi ruhê Newrozê li berxwedana zindanan xwedî derkevin. Divê ev wîcdan qerîna Leyla Guven û hezaran girtiyan bibhîzin û têkevin nava tevgerê. Ev daxwaz mafdar û hiqûqî ne. Ji ber vê yeke dê bigêje serkefitnê."
'Gelê kurd nema ditirse'
Tayyîp, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê kurd êdî tirs ji zer xwe avêtiye û zextên li ser gel û çalakgeran bê fêde ye û wiha bi dawî kir: "Dixwazin bi zextan vê berxwedanê tune bikin. Yên li kolanan dengê xwe bilind dikin wan bêdeng dikin. Bi ser avahiya partiya me de digirin û dixwazin çalakiyê bitepisînin. Lê gelê Kurd ev tirs çirantiye û ev tirs êdî fêde nake. Ev dengê azadiyê ye. Bi zextan nikarin rê li pêş dengê azadiyê bigirin. Em bi ruhê Newrozê bang li tevlêbûna berxwedanê dikin'
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.