Malbatên girtiyan: Bila berpirspariya xwe bi cih bînin

  • 16:31 17 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ji bo deng bidin grevên birçîbûnê li Qada Azadiyê ya Qoserê daxûyanî dan û wiha gotin: “Bêyî ku hûn dereng bimînin rabin ser piyan.” Dayikekê jî  bertekî nîşanî polîsan da û got “Hûn zanin birçîbûn çiye?”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir di roja 130’an de çalakiya xwe  berdewam dike. Bi heman daxwazê li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger destpê kir. Ji bo deng bidin greva birçîbûnê di pêşengiya Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan li Qada Azadiyê ya Qosera Mêrdînê bi sedan kes hatin li gel hev û daxûyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar,  Namzetê Hevşaredar ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Namzetên Hevşaredar ên Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Salih Kuday, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek kes tevlî daxûyaniyê bûn.  
 
‘Dewlet ji hevalên me yên mafên xwe diparêzin berpirse’
 
Parêzer Kenan Angay, ê ku di daxuyaniyê de axivî  di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji 2011’an vir de Abdullah Ocalan nikare  hevdtîinê bike û ji 5’ê Nîsana 2015’an vir de jî nikare bi Heyata Îmraliyê re bike . Kenan di erdewamiyê de got ku Abdullah Ocalan sê salin nikare bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Kenan, bi lêv kir ku di girtîgehên Tirkiyeyê de 5 hezar girtî li dijî tecrîda girankirî  dest bi greva birçîbûnê kirine û bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Parlamentera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven daye destpêkirin û wiha got: “Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê 130 rojin di greva birçîbûnê de ye. Mafê hemû kesan e ku çalakiyan bikin û daxuaniyan bidin. Leyla Guven jî bi heman armancê li dijî binpêkirina mafên Birêz Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Dewlet ji hevalên me yên ku mafên xwe diparêzin berpirse. Daxwaza Leyla Guven û 5 hezar hevalên me daxwazên mafdarin. Divê demildest dewlet daxwazên wan bi cih bîne.”
 
‘Erka mezin dikeve ser milên me’
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, got ku Leyla Guven 130 rojin di grevêde ye û hemû girtiyên di girtîgehan de jî bi heman daxwazê dest bi grevên birçîbûnê kirine û wiha pêl da axaftina xwe: “ Ji îro û vir de karên mezin dikeve ser milên me. Bi taybetî jî banga min ji kesên ronakbîr, demokrat û bi wîcdan re ye. Banga min ji îktîdara ku grevên birçîbûnê nabîne re ye û dibêjim mafê jiyanê pîroz e. Beriya ku tu kes bimire bila ev tecrîd bê rakirin û van grevên birçîbûnê bi dawî bikin. Divê hemû kes xwedî li mafê xwe yê demokratîk derkeve. Berpirsyareke mezin li ser milên me ye. Ji bo ku li Tirkiyeyê kesên  mafên xwe diparêzin bi dengekî bilind denge xwe derbixin û mafê xwe bixwazin.”
 
‘Em dibêjin êdî bese!’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Qoserê  Xewlet Oncu jî ev tişt got: “Bila demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan rabibe Leyla Guven û hevalên wê ji greva birçîbûnê derbikevin. Em naxwazin ku cenaze ji girtîgehan derbikevin. Em naxwazin ku heval û zarokên me jiyana xwe dest bidin. Em aştiyê dixwazin. Daxwaza me bi tenê aştî ye. Em dibêjin êdî bes e! Bila tecrîda li ser Serok rabe û aştî pêk bê. Rewşa zarokên me îro gelek giran e. Divê em îro ji bo kesên di grevên birçîbûnê de ne rabin ser piyan.”
 
‘Hûn zanîn birçîbûn çi ye?’
 
Daxûyaniyî bi çepik, tililiyan û bi dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû. Piştî ku dirûşm hatin berzkirin polîsan êrîş kir û hişyarî da. Dayikekê ji polîsan re bertek nîşan da û got “Zarokên me birçî ne. Hûn dizanin birçîbûn çi ye?