Kongreya Star Salvegera Dagirkirina Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir

  • 16:28 17 Adar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxstina Kongreya Star Salvegera Dagirkirina Efîrnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir, Kongreya Star diyar kir ku gelê israr dike li ser xaka xwe li Efrînê bimîne rastî tevahî kiriyarên xirab ên dewleta tirk tê û dewletên navneteweyî li hember vê yekê bêdengin. 
 
Bi dirûşmeya' Pêşenga me Roksan e, sekna me Barîn e, rihê me Avesta ye, Yekîtiya me têkoşîn e, em jinin li virin', Rêxstina Kongreya Star li Kampa ' Serdem' ya kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê Çapemeniyê salvegera dagirkirina Efrînê ya  ji aliyê dewletat tirk û komên OSO'yê ve şermezar kir. Daxuyaniya ku bi tevîlbûna bi dehan jinên li komîn, meclis û saziyên jinan hat dayîn, bi zaimanê kurdî  Endama Lijneya Rêveberiya Desteya Jinê ya Efrînê Zelox Reşîd xwend. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Piştî berxwedana 58 rojan li hemberî êrîşên dewleta tirk yên hovane li ser bajarê zeytûnan, ev bû salek ku bajarê Efrînê di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye.  Dewleta tirk hemû teknîkên şer ji top, tang û balafaran bi kar anî, hemû gund navçe û navenda bajarê Efrînê topbaran kir û çekên kîmewî li hin deveran bi kar anî, ji ber wê welatiyên Efrînê neçar bûn ku ji Efrînê derbikevin û berê xwe bi Şehba û deverên din.
 
Bi taybetî li kesên ku koç nakirin zilmê dikin
 
Di18'ê Adarê 2018'an de çeteyên dewleta tirk derbasî Efrînê bûn, hemû mal û milkên sivîlan talan kirin û wekî taxa Mahmûdiyê komkujî li ser  gelê Efrînê  pêk anîn. Her wiha binpêkirinên mafan ên dewleta tirk û çeteyên wê heta niha li Efrînê berdewam dikin. Bi taybet li ser kesên ku bi israr dixwazin li ser xaka xwe bimînin ev êrîş tên kirin. Ji ber ku dixwazin wan jî neçar bikin ku ji bajarê xwe derkevin.
 
Bila dewletên navneteweryî bêdengiya xwe xira bikin
 
Em bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bêdengiya xwe xira bikin, dewleta tirk tewanbar bikin  û hemû gelê Efrînê vegere bajar û malên xwe. Ji bo vê jî divê ku di bin çavdêriya dewletê navneteweyî de çeteyên dewleta tirk tevî malbetên wan ji Efrînê bên derxistin. Ji  bo bajarê zeytonan careke din bibe herêmek bi ewle, herêma aştiyê û bibe herêma azadiyê.
 
Daxuyanî bi dirûşma”Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Serdemê", "Şehîd namirin” bi dawî bû.