Komîteya Kedkaran navenda xwe bi merasîmekê vekir
- 15:41 17 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ- Komîteya Kedkaran bi merasîmekê navenda xwe li Hesekê vekir.
Îro Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê navenda xwe li bajarê Hesekê bi awayekî berfirhtir bi merasîmekê vekir, merasîma vekirina navendê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtina ku hat kirin bi navê Tevgera Civaka Demokrat TEV-DEM Farûq Tozo, Komîteya jin a kedkaran Hemîda Ferman û rêvbera Şaredariya Rojhelatî Bajêr Mehabat Şêx Sedûn vekirina navendê li tevahî kedkaran pîroz kirin û gotin:“Bi armanca bidesxitina mafên kedkaran ku tê xwarin îro em navenda xwe vedkin û berfirehtir dikin. Di heman demê de di pergalên dewletan de her dem mafên kedkaran tê binpêkirin û em jî li dijî vê pergalê têkoşînê didin û ev sazî dê mafên kedkaran biparêze.”
Paşê deriyê navendê ji aliyê hevjîna Şehîd Salar Hindirîn Hemed ve hat vekirin û merasîm bi dawî bû.