Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

  • 15:50 15 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya biçin Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ji bo hevdîtinê bikin serî li heman serdozgeriyê dan.