Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan 2019-03-15 15:50:19   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya biçin Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ji bo hevdîtinê bikin serî li heman serdozgeriyê dan.