Li Êlihê berxwedan mezin dibe

  • 12:23 6 Mijdar 2024
  • Rojane
ÊLIH - Li Elihê ku berxwedana li dijî qeyûman dewam dike wê meşek ji sê aliyan ve bê organîzekirin.
 
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiya Rihayê hat kirin, berxwedana gel didome. Li Êlihê 3 roj in serhildan didome. Ciwanên ku tevî êrîşa polîsan jî kolan neterikandin, berxwedana xwe bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” 2 roj li kolanan berdewam kirin. Îro saet di 13.00’an de wê li Kolana Gulîstanê meşek bê lidarxistin.
 
Dê meşek ji 3 aliyan pêk were
 
Girse wê li Êlihê li 3 noqteyên li hev bicive û saet 13.00’an ber bi Kolana Gulîstanê ve bimeşe. Di meşa ku li ber Taksiya Esmanî ya li Kolana Seyîd Bîlal tê lidarxistin de, Şaredara Êlihê Gulîstan Sonûk ku qeyûm li şûna wê hat tayinkirin, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Rûştû Tiryakî û parlamenter Sumeyye Boz û Mahmut Dundar beşdar bibin.
 
Şaredarê Êlihê Yeşîl Işik ku qeyûm li şûna wî hat tayinkirin û parlementerên DEM Partiyê Ceylan Akça û Omer Faruk Hulakû dê beşdarî merasîma li Parka Yilmaz Guney bibin.
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê Sebahat Saritaş û Serhat Eren dê beşdarî merasîma ku dê li Taxa Kûltê bicivin, bibin.
 
Meşên girseyî yên ji 3 baskan wê li Kolana Gulîstanê bibin yek û ber bi şaredariya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, bimeşin.