Jinên Silopiyayê şahiya 8'ê Adarê veguhertin mîtîngê

  • 15:33 8 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê şahiya ku li Silopiyayê hat lidarxistin vegeherî mîtingê. Jinên Botanê yên ku hatin gel hevdu bang xwedîderketina serîhildana çalakgerên grevê birçîbûnê kirin. 
 
Meclîsa HDP'ê ya Şirnexê bi şahiya ku li buroya jinê ya hilbijartinê li dar xistin 8'ê Adarê pêşwazî kirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir, Huseyin Kaçmaz, namzetên hevserokatiyê yên şaredariyê, rêvebirên partiyê û bi sedan jin beşdarî şahiyê bûn. 
 
Jin bi dirûşmên "Jin jiyan azadî meşiyan. 
 
Bi sedan jinên ku li avahiya HDP'ê ji bo şahiyê kom bûn ji vir dest bi meşê kirin û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî beşdarî Kuçeya Nûhê cihê şahiyê bûn. Jinan bi cilên xwe yên gelêrî bal kişandin ser xwe. Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana Leyla","Bijî berxwedana zindanan","Em ê bi serîhildanaê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Jinên ku bi tilîlî û çepikan beşdarî meşê bûn ji aliyê gel ve bi germahî hatin pêşwazîkirin. Jinên Silopiyayê ji şibakan bi nîşaneya serfiraziyê çalakvan silav kirin. Heta cihê şahiyê gelek jin beşdarî meşê bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Fatma Gunduz axivî. Fatmayê bang li hemû kesan kir ku li berxwedana Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 121 roj in di greva birçîbûnê de ye, xwedî derkevin. 
 
Piştre Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Silopiyayê Adalet Fidan axivî û got:"Leylayê ji bo azadî û edaletê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Lê bedela wê çi dibe bila bibe em ê ji bo jiyanek azad her liberxwe bidin. Kelecan û coşa we me bi hêztir dike. Roja we ya 8'ê Adarê pîroz be."
 
Piştî axaftina Adaletê namzetên hevşaredartiyê yên Silopiyayê derketin ser dikê û gel silav kirin. 
 
'Ev têkoşîn serîhildana yekîtî û aştiyê ye'
 
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir axivî. Nuranê got:"Ev têkoşîn serîhildana yekîtî û aştiyê ye. Heta ku jina Kurd hebe ev têkoşîn dê bidome. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê têkoşîna Fatma, Pakîzê û Sêvê bidomînin. Em silavên xwe dişînin ji Îmraliyê. Leyla Guven bi mehan e li ber xwe dide. Ew ji bo siberoja gelê Kurd li berxwe dide. Em di nava her şert û mercî de bidin dengê wê."
 
'Em ê hesabê ciwanên ku di jêrzemînan de hatin şewitandin bipirsin'
 
Piştî Nuran Dayika Aştiyê Şemsa Kara got:"Em ê hesabê ciwanên ku di jêrzemînan de hatin şewitandin bipirsin. Em ê tola ciwanên ku di bodruman de hatin şewitandin bipirsin. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin."
 
Piştî axaftinan Hunermend Xecê derket ser dikê. Jinan bi nîşaneya xwe ya serfiraziyê û bi tilîliyên xwe reng dan şahiyê. Şahiya ku veguhert mîtingê bi gerandina govendê didome.