Bi deh hezaran jinên Efrîn û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşek li dar xistin

  • 14:45 8 Adar 2019
  • Rojane
ŞHEBA - Bi bonaya 8'ê adarê roja jinên cîhanê bi hezaran jinên Efrînê û Şehbayê bi dirûşmeya' Bi pêşegiya Leylayan em ê tekoşîna xwe bilind bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn' meşek girseyî li dar xistin. 
 
Jinên Efrîn û Şehbayê li qada Ehdas kom bûn bi coş û heyacan wêneyên Abdullah Ocalan, Leyla Guven û jinên têkoşer, pankartên bi nivîsên" Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyêye, azadiya Rêber Apo azadiya gelan e, Em roja 8 Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin", hat hilgirtin  û bi meşekê 8'ê adarê hat pîrozkirin. Meş heya qada gundê Maratê berdewam kir û veguherî mîtingê. 
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin, koma Şehîd Berçem stranên gelêrî gotin. Paşê jî li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Sureye Hebeş, li ser navê koordînasiyona jin ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li ser navê jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro axivîn.
 
Di axaftinê de hat gotin ku roja 8'ê Adarê wê bibe çavkaniya hêza jina kurd, her sal jin cejna xwe pîroz dikin, tevî hemû şer û zehmetî lê dîsa jî jinên kurd 8'ê Adarê bi rihê berxwedana jinê pêşwazî kirin. Jina kurd her tim pêşengtiya jinên cîhanê kiriye, şoreşa Rojava jî bi hêz, îradeya jina kurd wê bi ser bikeve.
 
Piştre Kevana Zêrîn stran, govend, şano, pêşkeş kir.
 
Meş bi dirûşmên” Bijî Serok Apo, Jin jiyan azadî, Şehîd namirin” bi dawî bû.