Helbestkar Gulîzer: Azadîbûna kesekê, divê li ser rih û kokên wê kesê ava bibe

  • 12:18 8 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Helbestkar Gulîzer derbarê wate û girîngiya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de diyar kir ku divê her roj wekî têkoşîna jinê bê dîtin û got:"Li dijî tundî û zordestiyan divê jin bi xwe bibe dermanê derdê xwe. Divê hemû jin bibin yek û li dijî êrîşan li berxwe bidin."
 
8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê her sal bi coşeke mezin te pîrozkirin. Îsal jî bi rihê berxwedana jinên Kurd tê pîrozkirin. Helbestkar Gulîzer têkildarî mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got:"Ji bo parastina hêvî û mafên jinê divê qadên 8'ê Adarê bibin qadê têkoşîn û serîhildanê."
 
Gulîzerê di destpêkêde bal kişand ser wate û armanca 8'ê Adarê û wiha got:"Rojên wisa; salê rojek bin jî ji ber ku hişmendiyekê didin jin û civatê, girîng in. Girîngiya van rojan ji vê derê tê;  divê ev roj di hişmendîya mirovan de pirsekê peyda bike. Çima pêwistîya rojeka wisa ji bo jinan heye? Di dîroka mirovahiyê de guhertineka çawa çêbû ku zayendekê zayenda din xist bin tahakuma xwe û mafên wê ji destê wê girtin. Ku mirov rojên wisa hinek bi dîroka wan ve girê bide, hinek din jî manîdar dibin. Ji alîyek ve gava mirov lê difikire, helbet rojek bi tenê ne bes e, ev têr nake. Divê rojên wisa zêdetir bûna, ji bo hinek din jî ev pêwistîya guherîna vê rewşê  bi hezar kitekitên xwe li ber çavan raxista. Ji alîyek ve jî gava mirov bi kurahî difikire, dibêje xwezî pêwistî bi van rojan tune bûna. Hewcedarîya van rojan, girîngîya pirsgirêkekê li ber çavên me radixe. Rojên wisa, sembolîk bin  jî hewcedarîya me pê heye. Berî her tiştî ji bo em li xwe û rewşa xwe hay bibin hewcedarîya pê heye."
 
'Azadîbûna kesekê, divê li ser rih û kokên wê kesê ava bibe'
 
Gulîzerê bal kişand ser têgeha azadiyê û wiha dewam kir:"Heta jin bi rihê xwe yê ku bi çar alî ve,  ji alîyê zagonên civakî ve hatîye dorpêçkirî nehese, pê neêşe û wan bi nav neke nikare xwe azad bike. Helbet têgehên azadîbûnê jî divê hinek bên jihevxistin. Azadîbûna kesekê, divê li ser rih û kokên wê kesê ava bibe. Yanî divê têgeha azadîbûnê bi rihê jinê ve girêdayî be. Mirov nikare ji bo di jiyana xwe de bikar bîne, peyvan ji ferhenga hinekên din deyn bike. Ferhenga ez qal dikim, ne ferhenga peyvan e, ferhenga şêweya hebûna di nava jiyanê de ye. Di civateka mêr lê serdest bin de, hewldanên jinê yê li ser azadîbûnê divê dîsa ne li ser rih û ferhengeka mêrane be. Ew derbeka bi dizîye ji bo jinbûnê. Mesela ji bo Rojhilata Navîn azadbûna jinê bi piranî wek xemla jinê,wek cil û bergên jinê tê qebûlkirin. Helbet xeml girîng e, lê gelo xemla jinê, dikare nasnameya jineka azad ava bike? Dikare nasnameyeka ne li ser ferhenga mêrane ava bike? Ew xeml an azadî, gelo xwe çiqas ji nêrîneke baviksalarî azad kirîye? 
 
'Ji bo guherînê divê jin ked bide hişmendiya xwe'
 
Her wiha Gulîzerê diyar kir ku jin her bi tundiyê rû bi rû dimînin û wiha got:"Mixabin em her roj bi nûçeyên malxerab hişyar dibin. Tu mêze dikî li cîyekê careke din jinek bûye qurbana helwesta mêrekî. Gava li hemû cîhanê dinêrî, ev tundî herî zêde di nav civaka me de heye. Heta jin di nav civake dê ronesansekê pêk neynin wê halê jinan ev be. Ji bo rizgarbûna ji vê rewşê yekane çare helwesta jinê ye. Divê jin bi xwe bibe dermanê derdê xwe. Çareyeke din tune ye. Çare guherîn e. Ji bo guherînê divê jin ked bide hişmendiya xwe. Guherînek wisa ya bingehîn di nav salan de û hêdî hêdî çê dibe. Divê mirov hema her roj li ser vê meselê niquçkekê bavêje jiyanê. Heta jin kêfa xwe ji vê egoya mêrane re bînin û her tim lawên xwe bi vê serdestîya pûç mezin bikin wê rewşa jinê neguhere. Helbet divê ji bo parastina jinê hinek zagonên xurt hebin ku jin bikaribin jê hêz bigirin û gava hewcedarîya wan pê hebe pişta xwe bidinê.
 
'Zagonên heyî têra tu guhertinan nakin'
 
Gulîzerê bal kişand ser bandorên zagonan û aboriyê û wiha got:"Mixabin zagonên heyî yên parastinê û rewşa aborî nahêle ku mesele çareser bibe. Zagonên heyî têra tu guhertinan nakin. Em her roj bi trajediyek din bi çîrokeka din diêşin ku ev çîrok wek veşartî her tim di nav civakê de hene. Ev bûyerên diqewimin di bingeha xwe de pala xwe didin du sedeman. Yek jê rewşa aborî yî ye ya din jî kêmbûna zagonên parastinê ne. Ev herdu xal dibin sebeb ku em her tim bi rûyekî din rastî trajedîyan bên. Gava em hinek din jî kurtir li meselê binêrin; kêmanîya perwerdeyê û hişmendîyê li dû her çîrokê careke din xwe nîşanî me dide. Dê û bavên biperwerde, gava di civatê de hejmara malbatên biperwerde zêde bibe wê tesîra xwe bidin ser civatê. Bi taybetî jî divê keç bixwînin, malbatên ku keçên wan dixwînin, hem ew bixwe diguherin hem ji bo guherîna civatê dibin alîkar. Wê çaxê herkesek xêncî zayenda xwe dikare bibe takekesek. Ev jî bi xwe re, di nava zayendan de wekhevîyekê pêk tîne.  
 
'Pergalên hatine avakirin di nav civakê de cîyekî baş nedane jinê'
 
Gulîzerê bi lêv kir ku yên zagonan ava dikin mêr in û wiha dewam kir:"Pergalên hatine avakirin di nav civakê de cîyekî baş nedane jinê çimkî yên zagonan amade dikin mêr û hişmendîya patriarkal e .Di rojhilata navin û di cîhanê de siyaset wek qada mêran tê dîtin. Ji ber wê jî yên zagonan çê dikin û vê pergalê bi alî aborî ve bi rê ve dibin jî mêr in. Di demokrasîya Atînayê de ku wek demokrasîya herî kevn tê bi nav kirin de jî, jin tune bû. Peyv, zagon û pergal bi destê mêran û bi hişmendiya mêrane dihat ava kirin. Di ser re du hezar sal derbas bû rewş hîn jî wek berê ye. Di nava vê pergalê de jin kêm in û mixabin jinên heyî jî bi hişmendiyek mêrane tev digerin.Bi piranî bingeha vê meselê bi aborîyê ve jî girêdayîye. Aborî mafekê dide mirov ku mirov  pê dikare ji xwe re jîyanekê ava bike, yan xwedî li jiyana xwe derkeve. Ji ber ku jin ne xwediyê azadîya xwe ne, ji alîyê aborî ve her tim li spartokan digerin. Îcar gava tu xwe bispêrî yekî din li wê derê hukmê te namîne. Mirov li wê derê dibe sîya spartokê xwe. ji ber ku pergala aboriya heyî di destê mêran de ye, ew spartok her tim mêrek e. Ev rewşa aborîyê ya yekalî, rewşa wekheviyê ji holê radike. Gava têkiliyeka wekhev tune be, pergala serdestî û bindestîyê berdewam e."
 
'Ji bo rizgarbûna ji normên civatê rêwîtîyek divê, kedeke takekes divê'
 
Gulîzerê destnîşan kir ku nivîs tena serê xwe dibe hebûn û dengê mirov û wiha got:"Nivîs bi tena serê xwe dibe hebûn û dengê mirov. Serhildanek bi xwendinê dest pê dike û ji xwendinê xwe xwedî dike. Her ku mirov têgehek nû ya li ser cîhanê hîn dibe, mirov bi wan ramanan nû dibe, li hemberî jîyanê seknekê ava dike. Helwesta te ya nû dibe berdêla kuştina wê pergala genî û zengarî. Pergala perwerdehiya heyî jî di bin sîya mêrane de ye. Bi perwerdehîya heyî jin bi xwendinê bi pêş bikeve jî, zû bi zû nikare xwe ji normên civatê xelas bike. Ji bo rizgarbûna ji normên civatê rêwîtîyek divê, kedeke takekes divê. Gelek caran dîplome yan qariyer têra xwebaweriyê nake. Lewra civat her tim te biçûk dibîne. Ev xwe biçûk dîtin ji pergala bindestiyê dizê. Li ber vê pergalê rabûn, xwe wek kesekê dîtin, ji xwe, ji her halê xwe hezkirin encax dikare baweriyekê bide kesan."
 
'Ez 8'ê Adarê li jinan pîroz dikim û wan ji êşên wan ên pîroz hembêz dikim'
 
Gulîzerê herî dawî wiha got:"Xwendin di nava mirov de teqînan pêk tîne. Îcar gava mirov xwe, civata xwe nexweşîyên xwe, bi zimanê xwe bixwîne; ew teqîn zêdetir dibin û her teqînek dibe kujerê pergala rizandî. Bi her teqînekê re perdeyeka kevnar hildiweşe, ji perdeyên nû re cî vedike. Heman wek operasyoneka cerahî ye, mirov neşterekê davêje çavekî rihê xwe yê di xewa bindestîyê de radizê. Ev hişyarbûn e. Destpêka jiyanek nû ye. Nivîskar di vê rêwitîya jîyanek ji bo xwe, ji bo jîyaneke li hevhatî li ber serê mirov e. Mirov bi tena serê xwe nikare her alîyên rihê civatê bibîne. Mirov bi tena serê xwe nikare here bibîne lê gava mirov rastî ristekê tê, bi destê wê nivîskarê digre û diçe, dibîne. Dîtin bi êş e, lê rihê azadbûnê di nav vê êşê de veşartîye. Ji ber wê dive em biêşin, ji êşên xwe hez bikin, xwe bi êşa xwe bixemilînin. Heta em careke din ji nav vê êşê bizên û bibin yeka nipînû. Peyveka min jî li ber serê vê êşê nobedariyê kiribe ev ji bo min kêfxweşiya şoreşekê ye. Ez 8'ê Adarê li jinan pîroz dikim û wan ji êşên wan ên pîroz hembêz dikim. "