Endama PM'ê ya HDP'ê Zelal Yerlikaya hat girtin

  • 16:57 7 Adar 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Endama PM'ê ya HDP'ê Zelal Yerlikaya ya ku li Agirityê hatibû binçavkirin,  hat girtin.
 
Endama PM'ê ya HDP'ê Zelal Yerlikaya ya ku li Agirityê hatibû binçavkirin,  hat girtin. Zelal a ku li navenda bajêr hat binçavkirin, piştî karê emniyet û dozgeriyê sewqî edliyeyê hat kirin. Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî, bi idiaya "Propagandaya rêxistinê" Zelalê birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Panosê.