Navê keça xwe kir Îvana Hoffman
- 15:34 7 Adar 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
QAMIŞLO -Ş.Îvana Hoffman di 7'ê Adara 2015'an de di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest da. Berxwedana wê bandor li gelek jin, malbat û welatan kir. Raperîn Yûsif a ku li Almaniyayê ye navê keça xwe kir Îvana Hoffman.
Jina Enternasyonal Îvana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) ku ji Efrîqayê ye, di sala 2012'an de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Îvana Hoffman di 7'ê Adara 2015'an de di şerê hember Çeteyên DAÎŞ'ê de heya kêliya dawî ber xwe da û li gundê Til Nesrî gihaşt asta şehadetê. Îvanayê gotibû ez ji bo mirovahiyê şer dikim, ez Şoreşa Rojava diparêzin ji ber pêşeroja xwe wekî jineke azad tê de dibînim.Gelek malbat ne tenê li Kurdistanê li Ewropayê jî bi şehadeta Îvanayê bandor bûn. Da ku her kêlî berxwedêrvana jin Îvanayê bibîr bînin navê wê li zarokên xwe ên keç kirin. Raperîn Yûsif a ku ji Rojavayê Kurdistanê ye niha li Almaniyayê li bajarê Berlînê dijî. Navê zaroka xwe dike Îvana Hoffman.
'Îvana şevên Efrîqiyayê yên tarî ronî kir'
Raperînê Ş.Îvana Hoffman bibîr anî û wiha got:" Ez bi rêzdarî Ş.Îvana bibîr tînim û bejina xwe hember berxwedaniya wê weke jineke Efrîqî, ditewînim. Dema ku xwedan keçek da min, ez hizirîm ku çi navî lê bikim lê di demê min bihîst ku Îvana Hoffman jina Efrîqî ji welatên dûr ve hat û ji bo azadiya gelê bindest cihê xwe di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de girt û li bajarê Til Temir şehîd bû, ez pir xemgîn bûm û bi şehadeta wê bandor bûn."
'Dema navê Îvana bang dikim ez rihê wê di malê de hîs dikim'
Raperînê got ku min navê Îvanayê li keça xwe kir û ez pir ser bilind im û wiha pêl da axaftina xwe:"Piştî ku min şehadeta Îvanayê bihîst û bi bandor bûm min biryar da ku navê wê li keça xwe bikim da ku em xwedî li keda wê derkevin. Dema ku ez bi navê Îvanayê bang dikim ez rihê Ş.Îvana di malê de hîs dikim. Dema ku jinek şehîd dibe bi hezaran kes navê wê hildigrin."
'Îvana mînaka jina azad e'
Raperînê wiha bi dawî kir:"Ez ê keça xwe li gorî fikr û sekina jina şoreşger Îvana Hoffman mezin bikim. Bi hêviya ku keça min jî wekî Îvanayê hember dagirker û kapîtalîzmê bêdeng nemîne. Îvana mînaka jina azad e."