Jinan derbarê 8'ê Adarê de hestên xwe anîn ziman

  • 11:09 7 Adar 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Jinen Şengale peşwaziya 8 Adare  dikin û cejna hemu jinen cihane pîroz dikin. Jinan bi mûnesebeta 8 Adar’e diyar kirin ku jinên Êzîdî yên destê DAÎŞ’e rojek ji berî rojeke were rizgar kirin. 
 
Bi hatîna 8 Adarê Roja Jinên  Cîhanê amadekariya pîrozbahiyê li Şengale jî hatiyê destpêkirin. Jinên ku derbarê 8'ê Adarê de hestên xwe anîn ziman  ev roj li tevahiya jinan pîroz kirin û di serî de berxwedana Leyla Guven a greva birçîbûnê û çalakgerên din ên di grevê de silav kirin. 
 
'Wateya 8'ê Adarê zelaltir bû'
 
Jina bi navê Tewrê neyîf ji bo  8 Adar’ê axîvî û got: “Em 8 Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi  rastî  beriya fermanê û heta niha me ev roj pîroz kîriye lê  ne bi şîweyek resmî dihet pîrozkirin. Piştî ku em ji fermanê rizgar bûn êdî ji bo me wateya 8'ê Adarê zelal e û em ê bi hemû coşa xwe pîroz bikin. Em ê vê 8'ê Adarê bi ruhê Leyla Guven ê têkoşer pîroz bikin.” 
 
'Berxwedana Leyla Guven silav kirin'
 
Jina bi navê Edllan Reşo jî bal kişand ser 8'ê Adarê û wiha got: “ Roja 8 Adarê lî tevahî jinan pîroz dîkîm û roja ku wuha pîroz li  hemu jinên berxwedêr û tevahî jinên cîhanê pîroz dikim .Bi taybet ez vê rojê li jinên ku  hîn di destê DAÎŞ'ê de ne pîroz  dikim. 8'ê  Adar’ê ji bo me jinên mzîdî gelek bi wate ye. Em hêvî dikin ku ev 8'ê Adarê  bibe roja rizgarkirina hemû jinên êzdî ji destê  DAÎŞ'ê û em 8'ê Adarê bi hev re pîroz bikin rizgar bibin. Hevî û baweriya me heye ku ew 8'ê  Adarê wê bibe wesilaya rizgarkirina hemû jinan ji destê çeteyan. Em vê minasebetê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên din ên di berxwedana grevê de silav dikin.”