Jinên Erdîşê: Em di 8’ê Adarê de azadiyê biqîrin
- 09:38 7 Adar 2019
- Rojane
WAN - Jinên Erdîşê destnîşan kirin ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî tecrîdê daye destpêkirin, wê li qadên 8’ê Adarê bînin ziman û got: “Werin em di 8’ê Adarê de azadiyê biqîrin. Em berxwedanê bilind bikin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 120’an de berdewam dike. Bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê wê jin li qadan li dijî tecrîdê bibin deng. Li navçeya Erdîş a Wanê jinan bang kir ku divê hemû jin berxwedanê mezin bikin.
‘Em bi rihê Leyla Guven bimeşin qadên 8’ê Adarê’
Muhlîse Dogruer got wê berxwedana Leylayê bi ser keve û got: “Ez silavên xwe ji Leylayê re dişînim. Ez berxwedana wê silav dikim. Baweriya min tam e ku wê berxwedana wê azadiyê bîne. Leyla Guven ji bo jiyanek bi rûmet bedena xwe kiriye mertal. Banga min ji bo jinan ev e ku bi rihê Leyla Guven bimeşin qadên 8’ê Adarê.”
Jina bi navê Mesîhe Canpolat bi lêv kir ku ew xwedî li daxwaza Leyla Guven derdikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em tecrîda li ser gelê Kurd şermezar dikin. Bi salane ev zilm didome. Jinên Kurd ji dîrokê de ye li dijî zilmê bûne pêşengên berxwedanê. Jin hîna jî berxwe didin û wê bidomînin. Bang li jinan dikim ku di 8’ê Adarê de bibin dengê berxwedanê.”
‘Em ê bibin dengê Leylayê’
Kevser Fîdan jî wiha got: “Divê em bibin dengê berxwedana Leyla Guven. Werin em bi hev re meşaleya azadiye li qadên 8’ê Adarê pêxînin. Leyla Guven dimeşe serkeftinê. Serkeftin wê ya jinan, ya Leyla Guven be. Bijî berxwedana Leylayê. Bijî 8’ê Adarê.”
‘Em ê tecrîdê bişkînin’
Hulya Zîlanli balkişand ser çalakiya Leyla Guven û ev tişt bi lêv kir: “Leyla Guven berpirsiyariya dîrokî girtiye ser xwe û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsiye. Dewlet ji berxwedana Leyla Guven ditirse. Ji ber vê bêdeng e. Banga me ji bo hemû jinan e, di 8’ê Adarê de em li qadan bin.”
Hurriyet Keser jî bi lêv kir ku jinên Kurd tu car li dijî zilmê serî netewandine û got divê tu kes bêdeng nemîne û got: “Em çiqas berxwe bidin em ê ewqas nêzî azadiyê bibin. Berxwedana me wê hêz û moral bide Leylayê. Bêdeng nemînin. Em Leylayê bidin jiyîn. Em bi berxwedanê dikarin bidin jiyîn. Em di 8’ê Adarê de berxwedanê mezin bikin.”
Ayfer Sayat jî bang li hemû jinan kir ku li qadên 8’ê Adarê xwedî li berxwedana Leyla Guven derkevin û got bijî têkoşîna jinan, bijî Leyla Guven.