Li Şehbayê ji ber hewaya qirêj 3 hezar û 500 kes bi laşmaniyê ketiye

  • 09:09 4 Adar 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Endama heyva sor a kurd li Şehbaye tekez kir ku zêdetirî 3 hezar û 500 kes li Şehbayê ji ber hewaya qirêj bi leşmanyeyê ketine.
 
Ji ber germa û sermayê, şer ku hewa qirêj bûye li Şehbayê her cure nexweşî gelek hêsan belav dibin. Ji van nexweşiyên ku belav  bûne yek jê jî nexweşiya Laşmaniyê ye ku nexweşiyeke çerme e û rêjeya vegirtina ji hev a vê nexweşiyê ji sedî 80'ê ye. 
 
Nexweşiya Laşmaniyê ku ji ber şert û mercên jiyanê yên neyînî li Şehbayê belav dibe.Li  gorî agahiyên ku pisporên nexweşiyê didin ev nexweşî  hem bandora xwe li ser çermê mirov dike û hem jî ji hundir ve bandora xwe ya neyînî li bedenê dike. Nexweşî  ji mêşê” Tisî Tisî” çêdibe.  Mêşa Tisî Tisî jî ku tê gotin ji germê hez dike herî zêde li bajarê Heleb û derdora wî  bakûr, rojhilatê Helebê tê dîtin. Nexweşî li gorî ku bandora xwe dike tê dabeşkirin û dermankirin.  Derbarê   nexweşiya Leşmaniyeyê de me  bi Endama heyva sor a Kurd re hevpêyvînek kir.
 
'Bandora vîrusa vê nexweşiyê bi mehan didome'
 
Li ser nexweşiyê endama rêveberiya ya Heyva Sor a Kurd Sakîne Arebo axivî û got”:Leşmanî di destpêkê de weke hebeke biçûk derdikeve lê vîrusa wê piştî şeş mehan êdî mezintir dibe û weke êşên çerm bi xwe re derdixîne."
Sakîne bi lêv kir ku  du cureyên leşmanye hene û wiha berdewam kir: "Ji van şaxan yek hişk yek jî nerm e û ya nerm jî du şaxên wê hene yekemîn ya hindrîn e ew jî destpêka wê li ser çermê mirovan xuya nake hêdî hêdî derbasî laş dibe ji bo pêhesîna vê nexweşiyê divê tehlîlên xwînê bên çêkirin.” Di berdewamiya axaftina xwe de Sakîne got ku şaxê duyemîn çermî ye û  li ser laşê mirov xuya dike, ev şax bi awayekî hêsnatir tê dermankirin ji 8 mehan heya salekê bandora xwe dike.
 
'Dubare tê deramankirin'
 
Sakîne aşkere kir ku ji bo dermankirina vê nexweşiyê wek leke dimîne û ev jî  bi pêvajoya kozmetîkê yan jî bi dermanan tê têkbirin.  Dermanê wê jî derzî ye û wiha got: " Ger dema dermankirinê xilas bû lê nexweş ji leşmaniyeyê pak nebû wê demê pêvajoya dermankirinê tê dubarekirin.”
 
'Parastina ji Laşmaniyê'
 
Li ser mijara xweparastinê ji leşmaniye Sakîne axivî û ev tişt got: ”Ji bo ku em xwe ji leşmaniyeyê biparêzin divê her kes xwe ji cihên qirêj dur bixe, di mehên germ de cilên ku laşên wan binixumîne li xwe bikin.”
 
Skîneyê diyar kir ku mêşa tisî tisî ya di dema avabûna rojê de bandora xwe  dike divê mirov bi taybet wê demê laşê xwe biparêze.. Sakîne herî dawî diyar kir ku sedema belavbûna vê nexweşiyê li Şehbayê ji ber şerê tê kirin hewaya qirêj germa û şertên jiyanê ye.