Kongreya Star li ser 8'ê Adarê smîner da

  • 17:05 3 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Star li navçeya Amûdê semînerek derbarê  8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li dar xist.
 
Li naveçeya Amûdê ya  girêdayî Kantona Qamişo bi pêşengtiya Kongreya Star li hola Kerem semînerek li ser  8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar xist. Di semînerê de li gel jinan mêran jî cihê xwe girt. semîner bi deqek rêzgirtinê hat destpêkirin. Paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star Nêrgiz Dêrik Axivî û diyar kir ku jin her li ber xwe dane û dê dîroka xwe ya têkoşînê ji nû ve bi serkeftina xwe re binvîsin.
 
Nêrgizê balkişand ser 8'ê Adarê û wiha got:" 8'ê Adarê roja serhildana jinan a li dijî zilimkariy ye. Divê her roj ji bo jin û civakê roja 8' ê Adarê be û jin her di nava tekoşînê de bin. Wê dîrok serkeftin û têkoşîna jinan binvîsê.
 
Semîner bi dirûşma "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.