'Îroj roja me ye tevahî jin dakevin qadan û 8'ê Adarê pîroz bikin'
- 17:00 3 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ- Wesayeta çalakiya 8'ê Adarê îro gihişt bajarê Til Temir û şahiyek hat lidarxistin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Wesayeta çalakiya 8'ê Adarê îro gihişt bajarê Til Temir ê Kantona Hesekê. Destpêkê wesayet li nava navçe û gunên wê geriya û li Saziya Malbatên Şehîdan rawestiya.
Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Til Temir Çinar Yûsif aivî û ev roj li tevahî jinên cîhanê, jinên ku ketine greva birçîbûnê û şervanên ku niha di qada şer de cihê xwe digrin pîroz kir.
Endama Rêveberiya Kantona Hesekê Jiyan Husên jî aixvî û ev tişt anî ziman:"Ne tenê 8 Adarê her roj cejina jinê ye, pêwîste hemû jin xwe birêxistin bikin û dîwarê faşîzmê hilweşînin û bikaribin azad bijîn û Rêber Abdulla Ocalan azad bikin. Payîtexta DAÎŞ ê Reqa bi hêza YPJ ê hilweşiya û pergala wan a tarî û faşîst bi rêxistin û îradeya jinê hilweşiya. Jinên Dêra Zorê îsal dê cara yekemîn 8'ê Adarê azad pîroz bikin. Ev ji bo me gaveke girîng û dîrokî ye."
Endama Jinên Ciwan Eyhan Ibrahîm jî axivî û wiha got:"Divê jinên ciwan berxwedan û têkoşînê bilind bikin û xwe ji zihniyeta baviksalarî azad bikin, îroj roja me ye."
Bi navê jinên Efrînê Emîna Sîdo axivî û wiha got:"Pêwîste jin vê salê bikin sala azadiya Rêberê mirovahiyê Abdulla Ocalan û rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran."
Şahî bi gerandina guvendê li ber stranên gelerî û şoreşgerî bi dawî bû.