Hunermend û jin çûn serdana Leyla Guven

  • 16:38 3 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Piştevaniya ji bo Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla guven ku di roja 116'emîn de di greva birçîbûnê de ye berdewam dike.  Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû  Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li mala wê ziyaret kirin.
 
Serdanên ji bo piştgiriya bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven re dewam dikin. Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 116 roj in di greva birçîbûnê de ye, li mala wê ziyaret kirin. 
 
Di dema serdanê de Kadîr Çat strana "Kemal Pîr Yoldaş" ji Leyla Guven re got, ku stran li ser berxwedêrên zindana Amedê hatiye amadekirin.
 
Herwiha hevkarên HDK û ku ji Mêrsîn, Stenbol, Antalya hatin û TJA'yê yên ji Êlihê jî serdana Leyla Guven kirin.