Pervîn Buldan: Wê gel bersîvê bide partiyên hesabê Roboskê nepirsîn
- 15:59 3 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê pervîn Buldan heyeta pê re ku piştî Sîlopî û Şirnexê derbasî Qilebanê bûn û bi gel re hatin gel hev. Pervîn Buldan diyar kir ku partiyên hesabê Roboskê nepirsîn îro tên vir û ji gel deng dixwazin. Lê wê ev gel di sendoqê de bersivê bide wan.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), strarta mîtîng û xebatên xwe yên hilbijartina 31'ê Adarê ku wê mehekê li dar bixwe berî bi du rojan li Cizîrê dabû. Heyeta ku duh li Sîlopî û li Şirnexê bi gel re hat gel hev îro li Qilebanê beriya hevdîtin ku bi el re bikin li navçeyê bi konvoyê geriya. Heyet piştre bi gel re derbasî buroya hilbijartinê ya li ser Kolana Qilebanê bû. Heyet ji aliyê gel ve bi nîşana serkeftinê hat pêşwazîkirin.
Gel guhdariya sar û sermayê nekir
Heyetê bi dorê bajarokên Gundikê Melê û Sêgirkê ziyaret kir û tevî barîna berfê jî bi govendê hatin pêşwazîkirin. Heyet ji vir derbasî Navçeya Qilebanê bû û konvoya şandeyê kêlî bi kêlî ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Kesên ku muzîka otobusa hilbijartinê ya HDP'ê bihîst û beşdarî konvoyê bûn. Li navenda navçeyê gel bi kêfxweşî heyetê pêşwazî kir. Gelek kes bi cilên xwe yên herêmî beşdarî vekirina buroyê bûn. Li ber buroyê li ber stranan govend hat gerandin.
Beriya axaftina heyetê, Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Qilebanê Ferîde Yaman û Selahattîn Urun gel silav kirin û gotin "Serkeftin ya me ye."
'Li dijî tecrîdê dengê xwe bilidn bikin'
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî da zanîn ku ji bo dengê aştiyê bê qûtkirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û xwest her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.
Pervîn Buldan jî axivî û wiha got:
"Ji bo em îro li Qilebanê ne ji bo me serfirazî û rûmet e. Şirnexê her tim nirx û partiya xwe parastiye û layîqî nirxên xwe bûne. Bila gumana tu kesî tune be em ê di 31'ê Adarê de serkeftinek mezin bi dest bixin. Ji niha ve encama serkeftî ya 31'ê Adarê li hemû gelê me yê Botanê û tevahiya gelê me pîroz be.
Roboskê ji bîr nekin
Dema mirov dibêje Qileban ewil Komkujiya Roboskî tê bîra mirov. Roboskî her tim di dilê gelê me de êş û birînek kûr e. Yên vê êşê bi me didin kişandin bila viya baş dizanibin, em ê tu carî Komkujiya Roboskî jî bîr nekin. Heta kujer neyên darizandin wê ev birîn neyê girtin. Komkujiya Roboskî bi zanebûn li dijî gelê kurd pêk hat. Dema em roja 31'ê Adarê çûn ser sindoqan em hemû êşa gelê Roboskî û gelê kurd bînin hişê xwe û em wisa dengên xwe bikar bînin.
Bi kîjna rûyî tên
Gelê Qilebanê wê tu demê dengên xwe nede tu partiyek din. Tu kesî ji Komkujiya Roboskî re dengê xwe dernexist. Niha jî çawa radibin tên dengên we dixwazin û çawa û kîjan rûyî tên cem we. Ji bo em komkujiya Roboskî derxin ronahiyê, em carek din soz didin we ku em ê têbikoşin.
Tenê HDP li qadane
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di her mitîngek xwe de partiya me dike hedef. Îro tenê HDP li qadan e. Tu kes nîne. Tayyîp beg her roj li cihekî behsa tişekî tenê dike. Ji HDP'iyan re dibêje 'yallah Kurdistan.' Niha bi ser 6 milyon kes re dengê xwe dide HDP'ê. Tu wek serokkomarek tu mafek te nîne tu welatiyên Tirkiyeyê biqewirînî. Ne hedê te ye ku tu kesek biqewirînî. Çimkî li Tirkiyeyê tenê partiyek behsa aştî û demokrasî û azadiyê dike. Ew jî HDP ye. Lê wê nikaribin me ji têkoşîna me sar bikin û gav bi me bidin paşavêtin.
Wê tifaq berdewam bike
Digotin kurd tu carî nikarin werin gel hev û îtîfaqê ava bikin. Lê me tiştek yekem pêk anî û em bi partiyên kurd re diçin hilbijartinê. Heta mirinê jî wê ev îtîfaq dewam bike. Ev daxwaza bi milyonan e. Em soz didin we ku wê ev îtîfaq tu carî xera nebe.
Nirxên me hatin serobinkirin
Qeyûman heqaretê li gelê me û nirxê wan kirin. Nirxên me serûbin kirin. Wan qeyûman ava vexwarinê ya gelê Qilebanê asteng kirin. Çima kirin? Ji bo ku kurd bi rehetî nejîn. Kurdan mehkûmî sefaletê dikin. Lê em ê hemû bi hev re di 31'ê Adarê de wan bibînin. Çimkî ev şaredarî yên gel in. Wê gelê me şaredariyan birêve bibe.
Daxwaza çalakgeran rewa ye
Leyla Guven û girtiyên zîndanan li dijî tecrîdê bedena xwe dane ber mirinê û li ber xwe didin. Ev daxwaza wan rewa ye. Wezareta Dadê neçar e qanûnên xwe pêk bîne. Hêj ku hevalên me jiyana xwe ji dest nedane daxwaza wan qebûl bikin. Em hemû Leyla Guven in û li pişt daxwaza wan in. Bila tecrîd rabe û greva birçîbûnê bi dawî bibe."
Buldan û şandeya xwe ji bo buroya hilbijartinê vekin derbasî Navçeya Elkê bûn.