Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê

  • 15:41 3 Adar 2019
  • Rojane
İSTANBUL - Jin li Stenbolê bi dirûşma, "Em ji bo azadiya xwe di berxwedanê; li dijî krîzê û şer li qadan e" diherikin Qda Azadiyê ya li bakirkoyê ku wê mîtînga 8'ê Adarê lê bê lidarxistin. 
 
Di pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê li Qada Bakirkoyê ya Stenbolê bi dirûşma "Ji bo azadiya xwe, li dijî krîzê, şidetê û şer em li qada ne" mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê lê bê lidarxistin. Jin bi armanca pîrozkirina 8'ê Adarê li qadê kom dibin. 
 
'Jin jiyan azadî'
 
Bi rojan berê amadekariyên mitîngê hatin destpêkirin. Ji serê sibê ve polîsan qad dorpêç kir. Jin di lêgerînê re derbas dibin û dikevin qadê. Ji navçeyên Stenbolê yên din jin kom bi kom diherikin qada mitîngê. Jin wê li dijî her cûre şidet û polîtîkayên neyînî yên li ser jinan şermezar bikin û li dijî van daxwazên xwe bînin ziman. Jinên bi hemû reng û fîstanên xwe yên herêmî bi kelecan in qadê rengîn dikin. Kêliyek jî têlîlî û çepikên jinan nesekinîn. Jinan dovîzên "Daxwaza Leyla daxwaza me ye", "Jin jiyan azadî" û "Ked, nasname û bedena me ya me ye" hildan û dirûşm berz kirin. Jin li ber erbane û strandinê govendê digerînin û dîmenên rengîn derdixin holê. 
 
Ji bo çalakiya Leyla guven piştevanî 
 
Di mitîngê de dê balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û çalakgerên li girtîgehan û dê piştevanî ji bo wan bê eşkerekirin. 
 
'Jinan azadî xwest'
 
Jin bi hemû kelecana xwe rojê pîroz dikin û jin dê li dijî yasayên têkildarî jinan hatin derxistin dengê xwe bilind bikin û dê azadiya xwe qîr bikin. 
 
Dê di mitînê de axaftin ji aliyê nûnerên jinan siyasetmedaran de bên kirin