Weqfa jin perwerdeya zimanê Kurdî dest pê kir

  • 15:02 3 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Weqfa Jina Azad a bajarê Kobanê 1'emîn perwedeya zimanê kurdî da destpêkirin.
 
Bi Armanca pêşxistina zimanê kurdî Weqfa Jina Azad a bajarê Kobabanê ji dayîk û jinên ciwan re perwedeya zimanê kurdî da destpêkirin. Di merasîma vekirina dewreya ku nûnerên Kongreya Star, Mala Jin, Desteya Jin, Rêxstina Sara, KPC’ê demokratîk amede bûn. Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad Zozan Misto axivî û got:" Armanca vekirina me ya perwerdeyê ew e ku em alîkariya jinan bikin, da ku fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘Asta pêşketina ziman, asta pêşketina civakê ye’, ji bo vê jî divê di destpêkê de em weke jin xwedî li zimanê xwe derkevin û civaka xwe pêş bixin."
 
Hat diyarkirin ku wê wane seat ji 02:00 heta 03:00’an bidome, her wiha ji bilî roja înê û şemiyê, wane her roj li navenda Weqfa Jina Azad wê werin dayîn.