Li Dêrikê ji bo 8'ê adarê semîner hat li darxistin

  • 14:51 3 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Kongreya Star jinên  li Dêrikê ji bo 8'ê adarê semîner li darxistin.
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star ji bo naskirina wateya 8'ê adarê Roja Jinan a Cîhanê li navenda Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (YCR) semîner hat li darxsitin . Jinên kurd, ereb û sûryan tevli semînera hat lidarxistin bûn. Semîner ji aliyê endama Koordinasyona Kongrya Star Hediye Şemo ve hat dayîn. Hediye di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna jinê li dijî   zihniyete bi salane ku jin dana kolekirin e.
 
Hediye destnîşankir ku li ser vê xaka pîroz dayika xwedewend çand, ziman û civaka xwe parasstiye û di berdewamiyê de wiha got: "Jinan li dijî serdestiya baviksalar civake bi awayê wekhev birê ve birin. Lê mixabin her çiqas cîhan di nava pêşketinê de be jî  ew jinên xwedewend rastî komkojiyan hatine.  Pêwîste ku îro em jin bi hev re dest bi dest pirsgirêkên jinan çareser bikin  û li vîna xwe xwedî  derbikevin . Di dîrokê de her kes dizane  jinan  destanên qehremaniyê nivîsandin e û ji bo wê jî dive her rojên me cejna jinê be."