Rêvberiya Xweser 132 girtî serbest berdan

  • 14:23 3 Adar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Rêvberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 132 girtî ku hevkarî bi çeteyên DAYÎŞ’ê re kirine, lê destê wan di Xwîna gelê Sûriyê de tune ye serbest berdan.
 
Rêvberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê 132 girtî ku demekê bi Çetyên DAYÎŞ’ê re xebitî bûn ,lê destê wan di rijandina  Xwîna Sivîlan de tune ye, civînek li hola Teyfûr a Bajarê Hesekê li dar xist û bi daxuyaniya xwe diyar kir ku wê sivîlên mijara gotinê serbest bên berdan. Serbestberdana girtiyan piştî bangewaziya rûsipiyên herêmê pêk hat.
 
Di civîna ku hat lidarxistin de   Hevserokê Meclisa Rêvber a Rêvberiya xweser a herêma Cizîrê Hisên ezam, Endamê Meclisa Rûsipiyan a hesekê Ebidulezîz El-Mislit û  êlên ereb û kurd û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê  amade bûn. Di dawiya civînê de girtî bi kefaleta rûsipiyan hatin berdan.
 
Ji girtiyên ku hatin berdan  Yisra Mihemed (22) ku ji  Dêra Zorê ye diyar kir ku çeteyên DAYIŞ’ ê Roja wan tarî kiribûn û wiha got “despêka ku çeteyên DAYIŞ’ê derbasî Dêra Zorê bûn bi navê Îslamiyetê derbas bûn û gel xapandin. lê roj bi roj hate xuyakirin ku ev çete dûrî rastiya Îslamiyetê ne ,jiyana jinan tarî kirine û ji aliyê  wan ev jin dihatin cezakirin."
 
‘Çeteyên  DAYIŞ’ê xeyalên min têk birin’
 
Yisra behsa jiyana xwe jî kir got ku DAÎŞ'ê xeyalên wê têk birine û wiha got: "Min gelek  ji dibistanê hez dikir. Lê piştî ku çete hatin herêma me êdî min nema karîbû xwendina xwe dewam bikim, ji ber ku wan xwendin li me qedexe kir. Paşê çeteyan ji min alîkarî xwsetin, ji ber ku min alîkariya wan qebûl nakir hatin mala me dorpêçkirin û malbata min tehdîd kirin. Ji bo ku tu zerar neghêje malbatê min alîkarî da wan ,lê ne wekî şervanek û piştre jî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatim girtin." 
 
'Em deyndarên QSD'ê ne'
 
Yisrayî  spasiya şervanên QSD’ê kir û got: “Jinên şoreşger yên ku di nava QSD’ê de cih digirin em deyndarê wan in ,bi saya wan îro ez ê  vegerim gel malbata xwe û bikaribim xewn û xeyalên xwe yên zaroktî pêk bînim. “