Çîçek Otlu dest bi greva birçîbûnê kir

  • 13:36 3 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlu ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ji bo şikandina tecrîdê dest bi reva birçîbûnê ya 15 rojan kir. 
 
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA), Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlu ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, ji bo şikandina tecrîdê dest bi reva birçîbûnê kir. 
 
Otlû û endamên ESP’ê yên girtî, bi armanca piştgirî dayîna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya  Colemêrgê Leyla Guven, a  116 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, ji bo 15 rojan dest bi reva birçîbûnê kirin.