Jinên endamên TAJÊ'ê ji Leyla Guven re name şandin
- 12:56 3 Adar 2019
- Rojane
SENGAL- Hemû jinên êzîdî yên ku di xebatên TAJE de cih digirin nameyek hevpar ji hevseroka KCD'ê û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re nîvîsandin. Jinan bu vê nameye çalakiya Leyla Guven slav kirin û anîn ziman ku 'çi bibe bila bibe wê dawiya berxwedanê wekî hergav sekeftin be.
Jinên Endamên Tevgera Azdiya Jinên Êzidê (TAJÊ) ku ji bo Hevseroka Kongreyaya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven nameyek hevpar şandin. Jinan diyar kirin ku di hemû têkoşînan de aliyê spehîtahiyê, qenciyê, ronahiyê berdêlên pir giran dane. Le bele, têk neçûye û bi ser ketiye. Wekî dema Zerdeşt çawa kû tim şerê Ehrîman û Ahuramazda bi hev re meşiyaye îro jî heman tişt berdewam dike. Xîret û bê xîretîyê, lehengî û xîyanetê, wêrektî û oportonîzmê mixabin di meydanekê de hesp bezandiye. Lê tu carî xirabî ji xezeba mirovtiyê rizgar nebîne û her tim hatiye têkbirin.
Berdewamiya nameya jinên TAJÊ wiha ye:
Hevala Leyla;
"Tu dizanî navê te zarokekî herî biçuk jî li vir bihistiye? Hin demên dîrokê hene kû hemî bi rojên tarî, êş, elem û bê hêvitiyê tijî dibin. Êdî dil tengav dibe, gotin nema cihê xwe dibîne û bêje nayê ser lêvan. Çav tarî dibe an jî nema dibîne. Guh nema dibîhîze. An jî gelek car mirov neçarî çarenusa xwe dimînin û jiyana bê rumet ya kû li ser mirovahîyê tê ferzkirin ji herikîna dîrokê re tê hiştin. Livandin çênabe û mirovtî bi awayekî tê qerisandin. Dibe kû piraniya kom û koman ji rewşa tê jiyên ne razî ne. Keştiya kû kun bûye dixwazin xilas bikin. Lê hewildanên tên kirin têrê nake û tenê ji deryayê wekî dilopekê dimîne.
Di hin demên xeter yên dîrokê de gelek kes xwe dikşînîn quncika xwe, gelek kes bi rewşên heyî re bê mecal dimîn û gelek kes aciz dibin, lê vîna wan têra guhertinê nake. Lê hinek mirov jî derdikevin kû dibin sedema guhertina serdemekê an dibin teqîna dengê bi milyonan kes. Ji dîrokê û heta roja me; her tim xirabî û başîtîyê, tarîtî û ronahîyê, xiyanet û qehremantîyê bi hev re têkoşîn daye. Bê goman di vê têkoşînê de aliyê spehîtahiyê, qenciyê, ronahiyê berdêlên pir giran dane. Le bele, têk neçûye û her tim ew ruhê hêvî barkirî yê mirovtiyê parastine. Wekî dema zerdeşt çawa kû tim şerê Ehrîman û Ahuramazda bi hev re meşiyaye îro jî heman tişt berdewam dike. Xîret û bê xîretîyê, qehrementî û xîyanetê, wêrektî û oportonîzmê mixabin di meydanekê de hesp bezandiye.Lê tu carî xirabî û kesên ku xirabî kirine ji xezeba mirovtiyê rizgar nebîne û her tim hatine têkbirin.
Hevala Leyla ;
Dîrok şahide; tarîtî çiqas zilomat be, xirabî çiqas bihêz be, desthilatdarî çiqas xwedî al û artêşên bi heybet bin li hember çirûskek a qenciyê sero bin bûne û xwe ji sergoyê dîrokê rizgar nekirine. Karwanê xweşikbuyînê her berdewam kiriye û berxwedan buye çandek a xweşikbuyînê. Ev berxwedan wekî stranên denbêjiyê ji dilekî derbasî dilekî din buye, ji ruh derbasî ruhekî din bûye. Her kû çûye mezin buye. Pêl bi pêl belav buye. Lê tu caran bi bin neketiye. Qirêj nebuye. Wekî ava robarekî tim xwe nû kiriye û qirêjên di nava xwe de jî tim daye aliyekî.
Bêdengî mirin bi xwe ye
Belê, diroka tekoşîna azadiyê ya kû di pêşengtiya rihek azad û leheng de pêşketî, îro di ruhê milyonan de hatiye çandin. Lewma ev milyon însan dizanin kû koka vê çandinîyê dermanê jiyanê ye. Baş dizanin bêdengî mirin bi xwe ye.
Belê hevala Leyla, bi rastî ew pêngava kû ji aliyê te ve hatî pêşxistin ji bo me hemiyan bû hişyariyek mezin. Pêwîstbî ruhek pêşeng derkeve û ji rewşa heyî re bêje; "êdî bese!" Bê goman dîrok her gav û her tim, ji her dem û serdemê re lehengan na bexşîne. Di serdemên herî tarî de ji her gel û çandê re jî na bexşîne. Le bele, wekû ji aliyê we ve jî baş tê zanîn, lehengtî, berxwedanvantî çandak e. Xwezayê ji bo çanda hûn aîdê wê ne bi awayekî pir cewanmerd di her dema hatî xwestin de leheng bexşandine û Gelê Kurd ji ber kendalê mirinê rizgar kiriye.
14'çê Tîrmehê bû teqîna vejînê
Di demên herî dijwar yêN 1980'yî de li hember Darbeya 12'ê Îlonê grêvên birçîbunê bun sedema ewqes pêşketinên tevgera azadiyê. Mazlum meşaleya berxwdanê pêxist, çar meşiyan û 14'ê Tîrmehê jî bu teqîna vejînê. Bun dengê bi hezaran mirov.
Hevala me ya heja, Îro tû û hevalên xwe jî dibin sedema guherina dîrokê. Bêdengiyeke mirinê hebu, lê di zindana Amedê de te ev bêdengî zivirand dengê bi milyonan kesî. Te ruhê 14'ê tirmehê ji nuv ve vejand û te baskên şikandî ji nu ve derman kirin. Çavê kû êdî nema dîdît bi eşqa te ya azadiyê ji nu ve bel bu. Tu meşiyayî bi hezara mirov li dû te meşiyan. Ma kî dikare li hember vê berxwedana te gotinek bike? Îro ala berxwdanê bilindtir dibe bi saya berxwedana te û hevalên te.
Hevala Leyla, wekî jinên êzîdî bi berxwadan û tekoşîna we hêrs û kîna me geştir dibe. Di fermana Tebaxa 2014'an debaverî ya me ji bo jiyanek azad nebu. Lê lehengên wekî we em ji bêhna mirin û têkçûyîna jiyanê rizgar kirin. Bi pêşengiya wan îro em wek jinên êzîdî me xwe rêxistin kir û em ketin ferqa hebuna xwe. Me fêhm kir kû heta em xwedî li xwe dernekevin heta em xwe rêxistin nekin em ê her li ber şurê mirinê bin. Piştî fermanê heta niha xwebun, jin buyîn, wek jin xwedî li xwe û nirxên gelê xwe derketin ji bo me bu armanca sereke û di vê rêkê de em tu caran serî natewînîn.
Li Şengalê zarokê herî biçûk Leyla nas dike
Bi teybet ev helwesta we ya bi wate; ruh, kelecan û manewiyatek bê hempa li Şengala pêk aniye. Îro li Şıngalê zarokekî herî biçûk navê we bihistiye û Leyla nas dike. Êdî baveriya me ji sedî sed bi serkeftinê heye kû wê ew berxwdana we wê bi serkeftinê encam bibe. Wekî Fermandar Çiyager gotî; Encam çi dibe bila bibe wê bi heybet be!
Hevala Leyla;
Hûn heviya zarokên Êzidxanê yên dê û bavê xwe di qirkirinan de wundakirîn; em dizanin rewşa niha hûn di nav de ne bi gotinan nayê wesifdan. Bi Sedhezaran gotin têra heqîeqeta ku hûn niha pêşengtiya wê dikin kêm dimînin. We bi pêşengiya xwe bêdengiya mirinê zivirand vejîna azad. Wekî we gotî; ev çalakî ji zû ve bi serketiye. Em deyndarê we û rêhevalên we yên hep û zindanan e. Çalakvanên strasburg, Nasir Yagiz, Fadîle Tok, Yûksel Koç, Gûlîstan, îmam şîş û herwekî din hemû hevalên kû di vê çalakiyê de cîh girtin. We berê dîrokê zivirand û we Çerxa felekê serobin kir. Di wê çerxê de dijmin nikare aşê xwe rast vegerîne û wê ev serdema ku daye destpêkirin wê bibe têkçuyîna zêhnîyeta faşîst, wê bibe binketine dijberên azadiyê. Wê bibe fetîsîna xayîn û hevkaran.
'Ev çalakî ji zû ve bi ser ketiye'
Dengê 14'ê tirmehê ji nu ve bilind dibe û li hember vî dengî dijmin têk diçe. 'Ev çalakî ji zû ve bi ser ketiye'. Ji ber kû serkeftin ya kesên kû bawer dikin e. Serkeftin hêviya jiyana azad û baweriya wê ye. Îro Şengal jî bi dengê we bi helwest û berxwadana we serbilind û birumet e. Ji vê helwesta we ya azad dilê me şa û bi serkeftinê heta dawî bawere.
Hevala Leyla;
wekî jinên êzîdî yên endamên TAJÊ em çalakiya we pîroz dikin û we himbêz dikin. Em we û hemû hevalên we yên çalakvan silav dikin. Wekî jinên Êzdîxana pîroz li hember we em soza xwe ya serkeftinê nû dikin û dubare dibêjin; Sonda me ye, tarîtî çiqas zilomat be, xirabî çiqas bihêz û bê wijdan be hevî wê bi serkeftinê tacîdar bibe."